HPG: Ew bûn milîtanên mînak ên Apoyî

HPG’ê gerîlayên ku di sala 2020’an de li Wanê şehîd bûbûn bi rêzdarî bi bîr anî û got “Ev hevrêyên me yên qehreman bi jiyan û helwesta xwe ya di têkoşînê de bûn milîtanên mînak ên Apoyî.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî gerîlayên şehîd ketine ev daxuyanî da:

“Di 24’ê Îlona 2020’an de li qada Wanê dema ku dijmin êrîşek kir endama Fermandariya Eyaleta Wanê Baharîn Kendal û hevrêyên me Şiyar Sason, Faîq, Şiyar Kobanê û Sîdar şehîd bûn. Ev hevrêyên qehreman ên ku bi salan li Bakurê Kurdistanê nirxên mezin li têkoşîna me ya azadiyê zêde kirin, bi jiyan û helwesta xwe ya têkoşînê bûne mîlîtanên Apoyî yên mînak. Ji bo îdîa û îradeya ku têkoşîna gelê me ber bi serkeftinê ve bibin, ji bo azadiya ku gelê me heq dike bi dest bixin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin, bê navber têkoşiyan. Li ser vê bingehê hem di rêxistinbûna gelê me de hem jî di pêşxistina şerê şoreşgerî de kedeke mezin dan, tevlî gelek çalakiyên bûn ên ku derbên giran li dijmin hate xistin.

Malbatên hêja yên hevrêyên me yên ku di helwesta fedaî ya Apoyî de israr kirin di serî de, em sersaxiyê ji hemû gelê xwe yê Kurdistanê re dixwazin û em ê têkoşîna wan a azadiyê bi serfiraziyê tacîdar bikin.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye

  Nasnav: Baharîn Kendal

  Nav û paşnav: Delal Alî

  Cihê jidayikbûnê: Kobanê

  Navê dê û bav: Hanîfe - Alî

 Dîrok û cihê şehadetê: 24’ê Îlona 2020’an /Wan

 

  Nasnav: Şiyar Sason

  Nav û paşnav: Hamît Tîryakî

  Cihê jidayikbûnê: Êlih

  Navê dê û bav: Sariye - Huseyîn

  Dîrok û cihê şehadetê: 24’ê Îlona 2020’an /Wan

 

  Nasnav: Faîq Efrîn

  Nav û paşnav: Şervan Mamo

  Cihê jidayikbûnê: Efrîn

  Navê dê û bav: Elmas - Mûhammed

  Dîrok û cihê şehadetê: 24’ê Îlona 2020’an /Wan

 

  Nasnav: Sîdar Canfeda

 Nav û paşnav: Reşît Orûk

  Cihê jidayikbûnê: Wan

  Navê dê û bav: Sonî - Nîzam

 Dîrok û cihê şehadetê: 24’ê Îlona 2020’an /Wan

 

  Nasnav: Şiyar Kobanê

  Nav û paşnav: Esxer Qordoymîlan

  Cihê jidayikbûnê: Maku

  Navê dê û bav: Tûran – Îrfan

  Dîrok û cihê şehadetê: 24’ê Îlona 2020’an /Wan

 

BAHARÎN KENDAL

Hevrêya me Baharîn di nava malbateke welatparêz de li gundê Qeremoxê yê Kobanê ji dayik bû. Ji ber ku malbata wê girêdayî kelepora civakî bû, hevrê Baharîn jî kesayetiyeke bi xurt bi dest xistiye. Hevrê Baharîn ku têkoşîna me ya azadiyê bi vê koka zexm nas kir û  ji destpêkê ve fêm kir ku divê di nav refên PKK’ê de cih bigire. Bi taybetî jî dema Rêbertî ji ber Komploya Navdewletî dîl kete destê dijmin, vî tiştî li ba heval Baharîn bandoreke mezin çêkir. Piştî dîlbûna Rêbertiya me hêrsa wê ya li hemberî dijmin zêde bû û xwest tevlî nava refên gerîla bibe. Dema ku dotmama wê tevlî nav refên gerîla bû, vî tiştî bandor li ser biryara wê jî kir. Hevrê Baharîn di dawiya sala 2000’î de tevlî nav refên gerîla bû.

Li qada Qendîlê de perwerdeya xwe ya yekemîn a gerîlatiyê dît û di vî warî de firsend dît ku hevalên hêja nas bike. Ji Rustem Zêdan heta hevrê Nûda Karker li gel gelek fermandarên me yên pêşeng ma û ji van fermandarên hêja tecrubeyên girîng wergirt. Hevrêya me Baharîn ku PKK û jiyana wê weke pêkanîna azadiyê îfa dikir, bi têkiliyeke xurt bi Rêber Apo ve hatiye girêdan. Di hemû jiyana xwe de dixwest bibe layiqî jiyana ku Rêbertiya me û şehîdên me bi ked, hewldan, xwîna xwe afirandine. Ji bo vê jî her tim xwe deyndarê Rêber Apo û hevrêyên me yên şehîd dîtiye. Bi hişmendiya ku encax bi israra zêdetir a di azadiyê de dikare berdêla vî tiştî bide, xwe di Îdeolojiya Azadiya Jinê de bi pêş xistiye.

Hevrêya me Baharîn di berxwedana li dijî xeta hevkar a ku dixwest Partiya me bi dest bixe, tecrubeya xwe ya yekemîn a şer dît û her çend di vî şerî de birîndar bû jî, ji îradeya xwe ya têkoşînê tawîz neda. Di pêvajoyeke ku meylên tasfiyeker dixwestin Partiya me biçûk bixin, hevrê Biharîn bi helwesta xwe bû milîtaneke mînak û di sala 2003’an de çû Bakurê Kurdistanê. Hevrêya me Baharîn di dema li herêma Botanê de ji helwesta welatparêziya gelê me yê Botanê û hembêzkirina gerîlayan bandor bû û soz da ku ew ê ti carî Botanê neterikîne. Li vir şahidiya şehadeta gelek hevrêyên xwe yên bi qîmet kir û vê rewşê hişt ku bêtir xwe li xeta şehîdan bigire. Hevrê Baharîn ku di sala 2005'an de ji herêma Botanê vegeriya Herêmên Parastinê yên Medyayê, piştî ku li Akademiya Jina Azad a Şehîd Bêrîtan perwerde bû, demeke dirêj li herêmên cuda yên Herêmên Parastinê yên Medyayê xebat meşand. Bi tevlêbûna xwe ya di van xebatan de, bi ked û jiyana xwe ya mutewazî, bi lez û bez berpirsyarî girt û bû bû fermandareke serkeftî ya YJA Starê. Ji fermandariya tîmê heta fermandarê yekîneyê di astan cuda de erkên xwe yên serdemê bi cih anî. Piştre ji bo ku tecrubeya xwe ya fermandariyê ya di sala 2010’an de li ser esasê parêznameyên Rêbertiya me bi dest xistiye veguherîne formeke bîrdozî û bi tevlêbûna xwe ya kurt a di vê pêvajoya perwerdeyê de û bi hewldanên xwe yên dijwar, derbasî Akademiya Mahsûm Korkmaz dibe. Ji bo Stratejiya me ya Şerê Gel ê Şoreşgerî bi awayekî xurt li Bakurê Kurdistanê geş bike çûye qada Dêrsimê ya ku xeyala wê bû. Hevrê Baharîn li Dêrsimê tevlî gelek çalakiyên li dijî dijmin bûye û wekî milîtan û fermandareke YJA Starê ya mînak, ji bendewariyên gel û tevgera me re bûye bersiv.Dema çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî Kobanê kir wê berê xwe daye axa ku lê ji dayik bûye û tevlî berxwedana li dijî çeteyan bûye. Di şerê Kobanê de ji ber berxwedana bêhempa ya hevrêyên xwe yên jin gelekî bi bandor bû û bû parçeyek ji vê berxwedanê. Hevrêya me Baharîn a ku di şerê Kobanê de ku şerê herî dijwar di jiyana xwe ya têkoşînê de dibîne.

Hevrê Baharîn demekê li vê qadê ma, şervanên ji Kobanê ji bo xweparastinê perwerde kir û piştre dîsa berê xwe da çiyayan. Dema ku êrîşên dijmin gelekî zêde bû hevrê Baharîn derbasî qada Zapê bû û li vir di rêveberiya eyaleta Zapê de cih girt. Hevrê Baharîn a ku xwedî ruhekî bilind ê êrîşê bû ev taybetiya xwe daye hevalên ba xwe jî, şehadetên di pêvajoya şer de kiriye hinceta tolhildanê.

Li ser vê bingehê hevrêya me Baharîn ku derbasî qada Wanê bû. Vê carê jî weke fermandareke jêhatî ya YJA Starê bi awayekî zanistî û bi tecrûbetir berê xwe da qada pratîkê û xwest erkên ku serdema nû li ser wê ferz kiriye bi cih bîne. Hevrêya me Baharîn a ku têkoşîna me ya azadiyê li ser esasê perspektîfên gerîla yên serdema nû pêş xist, bi koordînekirina gelek çalakiyên ku derbên giran li dijmin hatin xistin, hêz û şiyana jinên ku rêxistinbûyî û azad bûne bi awayekî herî şênber nîşan da. Hevrêya me Baharîn ku bi têkoşîna li her derê Kurdistanê û têkoşîna azadiyê wateyek mezin li her kêliya jiyana xwe zêde kir, jiyana xwe ya nû ya ku bi îdîaya jiyana azad dest pê kir, gihand heqîqetê û azad bû.

ŞIYAR SASON

Hevrêyê me Şiyar Sason li navçeya Sasonê ya herêma Xerzan ya Êlihê, di malbateke koçer de hatiye dinê. Malbata hevrêyê me Şiyar malbateke welatparêz e ku xwedî çand û kevneşopiya Kurdistanê ye. Hevrêyê me yê ku di salên 1990’î de bi girseyîkirina partiya me PKK’ê li tevahiya Bakurê Kurdistanê, ji temenê xwe yê biçûk de dest bi naskirina têkoşîna me û hêza pêşeng a gerîla kir. Heyraneke wî ya mezin ji gerîla re hebû û wî gerîla weke parêzvan û lehengê gelê me didît. Dîsa weke her zarokekî Kurd hevrêyê me Şiyar jî ji biçûkatiya xwe bûye şahidê zilma dijmin. Rastiya qirkirinê ya ku gelê me ji ciwantiya xwe heta niha pê re rû bi rû maye, li aliyekî û berxwedana mezin a gerîla li hemberî vê polîtîkaya qirkirinê pêş xistiye, bûye sedem ku hevrêyê me têkeve nav lêgerînan. Her çendî pê dihese ku dijmin wî di bin zexta qirkirinê de dihele jî, bi salên ku li Amedê zanîngeh dixwend, ji vê rewşê serwext dibe. Ji ber vê yekê hevrêyê me Şiyar pêvajoyên li Amedê weke demên xwe yên “şiyarbûna ji xewa giran” pênase kir. Ji bo vê jî demên ku li Amedê jiyaye weke beşên herî bi nirx ên jiyana xwe nirxand. Hevrêyê me Şiyar ku refên gerîlayan weke qada herî bibandor a têkoşînê dibîne, piştî lêhûrbûnan, di sala 2010'an de biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe.

Hevrêyê me Şiyar ê ku piştî tevlîbûna gerîlayan ji bo şervanên nû perwerde dît, bi moral û hezkirineke mezin beşdarî vê pêvajoya perwerdeyê û pêvajoya pratîkî ya piştî wê bû. Ji ber vê yekê di adaptekirina jiyana gerîla û çiya de ti zehmetî nekişand. Piştî demeke kurt ya pratîkî hêviyên hevrêyên wî ji wî zêde bûn û weke namzetê fermandarekî jêhatî hate nîşandan. Ji bo hunera leşkerî di taktîkên gerîla û îdeolojiya Apoyî de kûr bike û li ser vê bingehê destkeftiyek mezin çêbike, li ser pêşniyaza hevalên xwe derbasî Akademiyê bû û beşdarî perwerdeyên leşkerî û bîrdozî bû. Bi serketî vê pêvajoya perwerdeyê qedand, di kesayeta xwe de guhertinên girîng afirand û bi sûdwergirtina ji tecrubeyên hevalên xwe bû gerîlayekî jêhatî. Piştî dewreya perwerdeyê,hevrêyê me Şiyar li herêmên Zagros û Qendîlê pratîk kir û dema ku çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî gelê me kir, ew çû bi hawara gelê me. Hevrê Şiyar bi cesaret û fedakariya xwe pêşengtî kir û wekî milîtanekî mînak ê Apoyî têkoşiya. Hevrê Şiyar ligel ku 3 caran birîndar bû jî, tu carî dev ji têkoşîna xwe berneda. Di vê pêvajoya şer de di warê leşkerî de tecrubeyeke xurt a leşkerî bi dest xist û dîsa berê xwe da çiyayên Kurdistanê.  Hevrêyê me Şiyar çû Xakûrkê, fermandariya yekîneyê kir. Bi tevlîbûn û koordînasyona gelek çalakiyên ku li herêma Xakûrkê li dijî dijmin hatine pêşxistin, wî şikandina êrîşên qirkirinê yên dijmin ji xwe re kiriye armanca sereke. Hevrêyê me Şiyar ê ku bi pratîka xwe ya fermandariyê li herêma Xakûrkê ji bo pûçkirina êrîşên dijmin kedeke mezin da.

Hevrê Şiyar xwest biçe Bakurê Kurdistanê. Ji bo vê daxwaza xwe pêk bîne û lêhûrbûnên xwe rast pêk bîne, li Akademiya Hakî Karer xwe di Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk de kûr kiriye. Hevrê Şiyar her çiqas dixwest biçe eyaleta Amedê jî ji ber pêdiviyan li qada Wanê peywir stendiye.

Li qada Wanê bi pratîka xwe ya serkefî hezkirina hevalên xwe bi dest xistiye û di her xebatê de serkeftin ji xwe re kiriye esas. Wî her kêlîka xwe daye Rêbertî û maneviyata dewlemend a bîranîan hevalên şehîd. Hevrê Şiyar di êrîşa dijmin de şehîd bû. Hevrê Şiyar wî bi jiyan û helwesta xwe ya têkoşînê mîrateyeke xurt a têkoşînê ji hevalê xwe re hişt. Em jî em ê teqez xeyalên azadiyê yên hevrê Şiyar pêk bînin.

FAÎQ EFRÎN

Hevrê Faîq di malbateke welatparêz a Efrînê de ji dayik bû, ku tevî hemû êrîşan jî xwedî çanda Kurd û Têkoşîna Azadiya Kurdistanê derketin û parastin. Ji ber malbat û derdora ku lê jiyaye bi piranî welatparêzî û bi têkoşînê ve girêdayî bû, ev yek bû wesîle ku hevrêyê me Faîq ji zarokatiya xwe ve Partiya me PKK’ê nas bike. Ji ber vê sedemê her tim sempatiya wî ji gerîla re hebû û dema mezin bû xeyal dikir ku bibe gerîla. Di serdema ku Şoreşa Azadiyê ya Rojava pêş dikeve de, di nava xebatên şoreşgerî de cih girt û firsend dît ku fikrên Rêber Apo baştir fêm bike. Ji ber ku felsefeya serokatiyê roj bi roj baştir têxe meriyetê, bi heyecan bûye û hê bêhtir tevlî xebatan bûye. Di vê pêvajoyê de hevrêyê me Faîq ê ku difikirî ku êdî dema tevlîbûna gerîla ye, di sala 2012’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrê Faîq di jiyana xwe ya gerîlatiyê de ku bi coş û kelecana pêkanîna xeyalên xwe yên zarokatiyê dest pê kir, ji xwezaya Kurdistanê û têkiliyên hevrêtiyê yên gerîla bi bandor bû. Ji bo ku bi xwe bibe hevrêyekî baş kedeke mezin da. Ji bo vê yekê jî girîngiyek mezin daye perwerdehiyê û jiyana partiyê û ji bo xwe kûr bike jî ked da. Hevrê Faîq ku li herêma Xinêrê dest bi pratîka gerîla kir, yekem perwerdeya xwe li vir dît. Difikirî ku ji bo erkên xwe yên serdemê bi awayekî serketî bi cih bîne û bersivê bide daxwazên gelê me yên azadiyê, pêwîstî dît ku xwe di warê bîrdozî û leşkerî de pêş bixe. Li ser vê bingehê li Dibistana Operasyonê ya Şehîd Mehmet Goyî perwerdeya leşkerî û bîrdozî dît. Hevrêyê me Faîq perwerdeya xwe bi serkeftî qedandiye û bûye gerîlayekî xwedî ezmûn û jêhatî. Ji ber ku çeteyên DAÎŞ’ê li Şengalê êrîşî gelê me yê Êzidî kirin, di nava komên yekem ên gerîla de bû ku alîkariya gelê me kir. Hevrêyê me Faîq ku bi sekna xwe ya li kêleka rojên herî dijwar ên gelê me erka xwe ya şoreşgerî bi cih anî, bi tevlîbûna aktîf di şerê li dijî çeteyan de erkên xwe bi serketî bi cih anî. Hevrêyê me Faîq ku di pêvajoya şer de bi wêrekî û fedekariya xwe bû mînaka hevrêyên xwe, di her kêliya jiyana xwe de karîbû vê seknê bidomîne. Piştî ku wezîfeya xwe ya di rizgarkirina gelê me yê Êzidî ji çeteyan de bi rengekî serketî qedand, vegeriya çiyayên Kurdistanê ku hesreta wê bû. Li vir tevlî Akademiya Mahsûm Korkmaz bû û perwerdeya leşkerî û bîrdozî dît. Di dirêjahiya perwerdeya xwe de hewl da pratîka şer di hemû aliyan de analîz bike û dersên pêwîst jê derxist.

Di heman demê de hevrêyê me Faîq hewl da pêvajoyê di her alî de fêm bike û xeteriya qirkirinê ya li pêşberî gelê me ye, ji kûr ve hîs kir. Ji bo vê jî weke milîtanekî Apoyî hay ji hewcehiya parastina peywir û berpirsiyariyên xwe zêdetir hebû û hewl da ku vê hişmendiyê veguherîne têkoşînê. Li ser vê bingehê jî derbasî Bakurê Kurdistanê dibe û li dijî dewleta Tirk a mêtînger ku pêşengiya polîtîkayên qirkirinê li dijî gelê me dike, şer kir. Hevrêyê me Faîq bi wê rastiyê hesiya ku şoreşa Kurdistanê bi çeperên ku werin bidestxistin dikare bi ser bikeve û li ser vê bingehê bi tempoyeke bilind û bi tarzekî encamgir dest bi têkoşînê kir. Li herêma Wanê tevlî gelek çalakiyan bû û bi awayekî şênber têkoşîna xwe ya bi biryar nîşan da. Hevrêyê me Faîq ku milîtanekî ku hemû hevrêyên wî bi kesayetiya xwe ya xwezayî, sade û tevlîbûna xwe ya durust ji xwe re mînak digirin, wê di têkoşîna me de her tim bê bîranîn û bibe sedema me ya tolhildanê.

SÎDAR CANFEDA

Hevrêyê me Sîdar bi eslê xwe ji Wanê di malbateke Ermenî de hatiye dinê. Ji ber ku di nav derdoreke welatparêz de mezin bûye, di temenê xwe yê biçûk de fersenda naskirina Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi dest xistiye. Dîsa di temenek ciwan de di ferqa êrîşên dijmin ên qirkirinê li dijî gelê Kurd bû. Ji ber haya wî ji rastiya êrîşên qirkirina Ermeniyan ya bi sed sal berê hebû. Hevrêyê me Sîdar ku bi çîrokên bi êş ên zilm û qetlîamên gelê Ermenî mezin bû, li hemberî dewleta Tirk hêrseke mezin hîs kir û biryar da ku tola gelê xwe hilîne. Dîsa gelê Kurd ê ku bi sedsalan pê re jiyane, bi heman awayî rastî polîtîkaya qirkirinê tê, faktoreke din a girîng bû ku hêrsa wan a li hemberî dijmin zêde be. Hevrêyê me Sîdar ji ber têkoşîna gerîla ya li dijî dewleta Tirk a dagirker bi fedekariyên mezin, ked û dema pêwîst be canê xwe danîn, gelek bandor bûye. Hevrêyê me Sîdar ku di ciwaniya xwe de hişmendiya wî ya siyasî hîn zêdetir pêş ket, di wê baweriyê de bû ku weke ciwanekî Kurdistanî divê ew jî di nava têkoşînê de cih bigire. Ji ber vê yekê ketiye nava lêgerînan. Li ser vê bingehê biryar da ku di nava refên PKK'ê ku weke tevgera tolhildanê ya li dijî êrîşên dagirkerî û qirkirinê ye derket têbikoşe û di sala 2017'an de ku êrîşên dijmin herî zêde lê zêde bûn, ji herêma Wanê tevlî nava refên gerîla bû.

Dema ku tevlî nava refên gerîla bû, navê hevrê Şehîd Sîdar Malazgîrt ku yek ji fermandarên efsanewî yên Serhedê ye li xwe kir. Hevrê Sîdar fersend dît ku jiyan û têkoşîna fermandarê me yê rêzdar Sîdar Malazgîrt û kesayeta ku bi felsefeya Apoyî ava kiriye nas bike û xwest li ser vê esasê mînak bigire û têkoşînek layiqî hemû hevrêyên xwe yên şehîd derketin, bide meşandin. Li ser vî esasî li herêma Wanê di nava şert û mercên şer de perwerdeya xwe ya yekemîn a gerîlatiyê dît. Hevrêyê me Sîdar ê ku vê pêvajoya perwerdeyê ya ku herî zêde li ser esasê jiyanê û tecrubeyên pratîk pêş ketibû, bi disîplîn û cidiyeteke mezin nêzîk bû, bi saya zîrekiya xwe di jiyanê de zû pêş ket. Di demeke kin de fêrî perspektîfên gerîla yên serdema nû bû û hewl da ku wan bike pratîkê. Di vê wateyê de her roja ku derbas dibe bûye gerîlayekî jêhatîtir. Ji ber ku di şert û mercên şer de fêrî gerîlatiyê bû, şensê beşdarbûna çalakiyên li dijî dijmin pêş ket û tişta ku hîn bû, yekser bi cih anî. Bi cesaret û biryardariya xwe ya di van çalakiyan de ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak.

Hevrêyê me Sîdar ê ku hem di aliyê îdeolojîk de hem ji aliyê leşkerî ve firsenda xwe pêşxistinê bi dest xist, li ser esasê parêznameyên Rêbertî hewl da felsefeya Apoyî fêm bike û nas bike. Ji bo vê jî bi hevrêyên xwe re nîqaş dikir û ji bo fêmkirina her mijara ku pê re mijûl dibû kedeke mezin dide. Hevrêyê me Sîdar ku ji perspektîfên Rêber Apo yên Netewa Demokratîk gelekî bandor bû, di wê baweriyê de bû ku tenê perspektîfên Rêbertî dikare qeyrana heyî çareser bike. Hevrêyê me Sîdar ku dizane tekane rêya biratiya gelan, pêkanîna perspektîfên Rêbertî ye, weke milîtanekî Apoyî ev yek weke erka xwe girt û li ser vê bingehê têkoşîna xwe mezin kir. Hevrêyê me Sîdar ku milîtanekî kedkar û fedakar e, bi prensîbên gihîştî, sade û durust bala hemû hevrêyên xwe kişandiye û hatiye hezkirin û rêzgirtin. Şehadeta zû ya hevrêyê me Sîdar ku di heman demê de bi hêza pratîkbûna wî di warê leşkerî û sekna milîtanî ve namzetekî mezin ê fermandariyê ye, em xemgîn kirin. Hevrêyê me Sîdar hem bi jiyana xwe û hem jî bi şehadeta xwe fermana têkoşînek mezin daye me û em careke din dubare dikin ku em ê vê fermana hevrêyê xwe bi cih bînin.

ŞIYAR KOBANÊ

Gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê bi girêdanbûna xwe ya azadiyê re, di dîrokê de ti car li hemberî dagirkeran serî netewandiye. Gelek caran hatibin qetilkirin û sirgûnkirin jî ti car ji dijmin merhamet nexwestiye û ji rûmeta xwe tawîz nedane. Malbata hevreyê me Şiyar ji kevneşopiyeke welê welatparêz tê. Ji bayê azadiyê ku di pêşengiya PKK’ê de li Kurdistanê dest pê kir û ked û hewldanên bêhempa yên Rêber Apo û şehîdên me yên leheng û baweriya wan a bi azadiyê bandor bûne. Hevreyê me Şiyar di malbateke welê welatparêz de ji dayik bû û mezin bû. Ji ber welatparêziya malbata xwe hîn di temenê zarokatiya xwe de de hezkirina wî li hember gerîla çêbû. Di dema ciwantiya xwe de Şoreşa Azadiyê ya Rojava ku li tevahî Rojhilata Navîn deng veda û bu hêviya dengê bindestan, dibîne û bala wî dikşîne. Berxwedan dîrokî ku li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê hat dayîn, baweriya azadiyê yê hevreyê me Şiyar zêde kir û biryara tevlîbûna Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê da.

Hevrêyê me Şiyar ê ku di sala 2016’an de tevlî nava refên gerîla bû, piştî perwerdeya şervanên nû demekê di nava xebatên ciwanan de ma. Hevreyê me Şiyar ku li wir xwe di aliyê bîrdozî de perwerde kir û derbarê jiyana çiya û gerîla de tecrûbeyên rêxistinî bi dest xist, piştre bi daxwaza xwe derbasî qada leşkerî bû.  Hevreyê me Şiyar di nava refên gerîla de herî zêde ji têkiliyên hevaltiyê yên gerîla û jiyana PKK’ê ku li ser bingehê azadî, exlaq û wekheviye, bandor bû.  Bi gotina wî tişta ku hevreyê me Şiyar li ser lingan girt ev têkiliya hevaltî û tarzê jiyanê bû. Her wiha manewiyeta ku Rêber Apo û şehîdên me afirandiye, hîn bêhtir hêza têkoşînê daye hevreyê me Şiyar.  Lewma roj bi roj xwe pêş xistiye û bûye gerîlayek gihiştî. Hevreyê me Şiyar ê ku xwest gerîlatiya serdema nû fêm bike û kûr bibe, bi vê armancê perwerdeya sabotajê dît û weke sabotajkerek pispor xwest bibe bersiva hêviyên azadiyê yên gelê me û weke milîtanekî Apoyî erka xwe ya serdemê bi cih bîne. Lewma bi vê armancê xwest derbasî herêma Botanê bibe ku destanên qehremaniyê lê hatiye nivîsandin û cihê yekem a gerîlayan e. Bi taybet israra gelê me yê Botanê ya di welatparêzî û çanda Kurdan de û sekna wan ya li hember dijmin hevreyê me Şiyar bandor dike û meraqeke mezin çêdike. Lewma çûyina hêrêma Botanê ji bo hevreyê me Şiyar bûye azwerî. Hevreyê me Şiyar ê ku vê xeyala xwe pêk anî, bi heyecan û xwesteke mezin berê xwe da çiyayên Botanê û ji şiverêyên ku Egîd, Adil, Gelhat, Azîme û Nûda lê meşiya ne, derbasî herêma Wanê bû. Li wir xwest bi çalakiyên xwe derbên giran li dijmin bixe, vê lêhûrbûna xwe derbasî pratikê kir û bû yek jî fermandarên ciwan ên pêşengê serdema nû.”