Hozat: Gelê Kurd li benda gaveke şênber e

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat daxuyaniya Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî nirxand ku xwestibû tecrîd bê bidawîkirin û got, gelê Kurd li şûna gotinan êdî gaveke şênber dixwaze.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat beşdarî bernameya taybet a Medya Haberê bû.

Besê Hozat destpêkê komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê nirxand û got, "Em ketin sala bîst û pêncemîn a komploya navneteweyî. 15'ê Sibatê jî nêzîk bû. Em dikevin meha Sibatê. 15'ê Sibatê ji bo Kurdan rojeke reş e. Roja qirkirinê ye. Armanca komploya navneteweyî jî qirkirina Kurdan e. Ez komplogerên navneteweyî şermezar dikim. Komploya navneteweyî 24 sal in bênavber bi rengê cuda dewam dike. Li Bakurê Kurdistanê weke êrîşên qirkirinê, li Başûr bi rengê êrîşên qirkerî û dagirkeriyê, li Rojavayê Kurdistanê bi rengê êrîşên qirkerî û dagirkeriyê dewam dike. Li Ewropayê, li gelek deverên cîhanê bi rengê sûîqestan, kuştinên siyasî û komkujiyan dewam dike. Li hemberî vê yekê têkoşîneke xurt tê meşandin. Têkoşîna ku bîst û çar sal in bênavber tê meşandin, dewam dike. Li dora berxwedana Rêberê me, berxwedana gelê me, berxwedana gerîla, berxwedana jinan, berxwedana ciwanan li her derê bi rengê herî bi heybet dewam dike. Bi vî rengî berxwedana ku bîst û çar sal in li hemberî êrîşên komplogeran ên navneteweyî tê meşandin, nehişt ku komplo bi ser bikeve. Di heman demê de komplo di nava pêvajoyê de pûç kir."

'RÊBER APO HÎN JÎ LI HEMBERÎ KOMPLOYÊ TÊDIKOŞE'

Besê Hozat anî ziman ku armanca komploya navneteweyî îmhakirina fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd bû û got, "Weke qonaxeke sêyemîn jî xwestin Kurdan qir bikin, polîtîkayên qirkirina Kurdan ên sed salî bi encam bikin. Lewma vê têkoşîn û berxwedana ku bîst û çar salan dewam dike, ev konsept pûç kir. Rêber Apo hîn jî têdikoşe. Li her derê gelê Kurd têdikoşe, li ber xwe dide. Gerîlayên Kurd li ber xwe didin. Tevgera Azadiyê ya Kurd bi heybeteke mezin, bi hêz û potansiyela xwe li ser piyan e. Têkoşîn mezin bû. Û gihîşt wê astê ku bandorê li gelên li herêmê, jinan bike û bixe nava liv û tevgerê. Bandor li cîhanê kir, bandor li civakan kir, li gelan kir û tevgera azadiyê ya Kurd ji aliyê siyasî ve li herêmê bûye aktorekî siyasî yê bingehîn û bi roleke girîng radibe."

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat bi vê wesîleyê şehîdên 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' bi rêzdarî û minetdarî bi bîr anî û got, "Hevrê Viyan Soran ku şeva 1-2'ê Sibata 2006'an bedena xwe da ber agir, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Her wiha şopdarên vê xetê, hevrê Veysî Taş û Mehmet Akar ên dema nêz bedena xwe dan ber agir, welatparêzên me yên hêja bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim."

'TÊKOŞÎN ENCAMÊ BI XWE RE TÎNE'

Besê Hozat destnîşan kir ku sîstema tecrîd û êşkenceyê ya li Îmraliyê weke dewama komploya navneteweyî tê bicihanîn û wiha dewam kir, "Tecrîda mutleq, polîtîkayên qirkirinê dewama komploya navneteweyî ne. Ji xwe kmoploya navneteweyî li Îmraliyê weke sîstema teşhîsê ya êşkenceyê dewam dike û li hemberî vê yekê têkoşîneke xurt tê meşandin. Têkoşîneke bênavber e. Ev têkoşîn îro jî bi şêweyên cuda dewam dike. Di encama vê têkoşînê de eger îro Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî têkildarî tecrîdkirina Rêbertî dibêje 'qutkirina têkiliyê ya mutleq heye û divê dawî li vê bê anîn', weke encameke vê têkoşînê neçar man ku vê bibêjin. Ev têkoşîn dike ku ev saziyên navneteweyî van bibêjin. Naxwe hemû parçeyên vê komployê ne. Hemû şirîkê komploya navneteweyî ne. Ev komplo komployeke navneteweyî ye. Di serî de Emerîka, Îngilistan û Îsraîl welatên Ewropayê di nav de cih girtin. Gelek dewletên di nava Neteweyên Yekbûyî de ne, di nav komployê de cih girtin. Ji Rûsyayê heta bi Misirê û Îranê. Gelek hêzan cihê xwe di nava komployê de girtin. Yewnanistanê bi çalak cihê xwe di nava vê komployê de girtin. Eger Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ku ev dewlet hemû û Tirkiye jî di nav de ye radibe daxuyaniyeke bi vî rengî dide, ev yek encameke têkoşîna bîst û çar salan e. Divê bi vî rengî bê dîtin. Vaye bi serlêdana dawî ya parêzeran re neçar man ku daxuyaniyê bidin.

'DIVÊ NETEWEYÊN YEKBÛYÎ LI HEMBERÎ TIRKIYEYÊ HELWESTA PRATÎKÎ NÎŞAN BIDE'

Bêguman ev yek girîng e. Nîşaneya wê yekê ye ku eger em têbikoşin, bênavber têbikoşin, em ê teqez encamê bi dest bixin. Xwedî wateyeke bi vî rengî ye. Ev girîng e. Tişta ku Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî jê re 'qutbûna têkiliyê ya mutleq' dibêje, tecrîda mutleq e. Tê wê wateyê. Wê demê divê gava pratîkî biavêje. Yanî ev yek divê ne tenê gotin be.

Lewma Neteweyên Yekbûyî di vê mijarê de divê li hemberî Tirkiyeyê helwesteke cidî, helwesteke pratîkî nîşan bide. Divê karibe pêkanînekê ferz bike. Em li benda vê ne.

CPT jî daxuyaniyên bi heman rengî beriya niha dabû. Bi salan e li hemberî CPT nerazîbûneke cidî heye, protesto hene. Bi taybetî vê sala dawî zêde bûn. Meha Îlonê çû Îmraliyê û hat, daxuyaniyek neda. Gelek îdîa û agahiyên bi guman hene. Çû neçû, çawa çû, têkiliyeke çawa danî nayê zanîn. Em ji vê re êdî bibêjin qirêj, yan çi bibêjin? Gelek agahî li holê ne. Têkildarî tenduristiya Rêberê me gelek agahî hene. Daxuyaniyeke şênber nehate kirin. Helwestek nehate nîşandan.

Ji xwe gelê Kurd êdî ji daxuyaniyan têr e. Ev Neteweyên Yekbûyî dibe, CPT dibe. Dibe ku sibe Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) be. Roja din Konseya Ewropayê be, Yekîtiya Ewropayê be, Emerîka be. Gelê Kurd ji van gotinan têr e. Ev gel û tevger ji van hêzan dixwaze ku gava pratîkî ya şênber biavêje.

Êşkenceya Îmraliyê ya mutleq, sîstema tecrîdê berhema van hêzan e. Komplo li Rêberê me kirin. Xwestin Rêberê me îmha bikin. Helwesta berpirsyariyê ya Rêberê me ew jî pûç kir. Piştre radestî Tirkiyeyê kirin. Sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê ava kirin. Van hêzan ava kirin. Radestî Tirkiyeyê kirin, rola gardiyantiyê dan Tirkiyeyê. Heta niha jî Îmrali bû navenda polîtîkayên qirkirina Kurdan, bû navenda şer. Şerê esasî li Îmraliyê tê meşandin. Bi salan e qet dengê xwe nakin. Dibin şirîkê polîtîkayên qirkirina Kurdan. Niha dibin hevparê êşkenceya Îmraliyê, sîstema tecrîdê û siyaseta qirkirinê. Em êdî ne gotinê, lê belê pratîkê dixwazin. Ev gel gotinê naxwaze, pratîkê dixwaze, helwestê dixwaze. Gaveke şênber dixwaze."

'HÊZÊN NAVNETEWEYÎ DIVÊ ÊDÎ NEBIN HEVPARÊ SÎSTEMA ÎMRALIYÊ'

Besê Hozat destnîşan kir ku sîstema êşkenceyê ya li Îmraliyê divê êdî bê şikandin û got, "Ev yek li dijî hiqûqa mafên mirovan a gerdûnî ye, li dijî peymanên navneteweyî ye, li hemberî wan peymanan e ku Tirkiyeyê jî mohra xwe daniye binî, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Divê Konseya Ewropayê êdî nebe hevparê vî sûcê li dijî mirovahiyê. Neteweyên Yekbûyî divê nebe hevpar. Emerîka divê nebe hevpar. Hêzên ku ev komplo kirin êdî divê nebin hevpar. Divê li hemberî qirkirina gelê Kurd bêdeng nemînin. Nebin beşek ji vê qirkirinê. Gelê Kurd li benda vê yekê ye, vê ji wan dixwaze.

Li ser vê bingehê çalakiyên ku têne lidarxistin gelekî girîng in. Vaye li pêşiya Meclîsê parlamenter bi hefteyan e çalakiyê dikin. Gelekî girîng e, raya giştî ava kir, berpirsyarî bi xwe re anî. Di 6'ê Sibatê de ji Gever û Qoserê ber bi Gemlîkê ve wê meşek bê lidarxistin. Ez ji niha ve vê meşê silav dikim, pîroz dikim. Ev gelekî girîng e. Divê tenê ev nebe. Tenê bi Gemlîk, Qoserê bi sînor nebe. 15'ê Sibatê nêzîk dibe. Em dikevin meha Sibatê. Li dijî komploya navneteweyî çalakiyên şermezarkirinê yên li Kurdistanê û derveyî welat divê gelekî bi heybet bêne lidarxistin. Divê em sala 2023'an teqez bikin sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Çalakî divê bi vî rengî bêne lidarxistin."

'ARMANCA ME YA ESASÎ AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO YE'

Di dewama axaftina xwe de Besê Hozat got, "Em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin. Armanca me ya esasî divê ev be. Belê divê em tecrîdê bişikînin, lê belê divê em tenê bi şikandina tecrîdê bi sînor nemînin. Divê em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo teqez pêk bînin. Armanca esasî divê ev be û li ser vê bingehê li her derê çalakî û berxwedaneke berfireh bê kirin."

'XWERÊVEBERIYA ÊZIDIYAN DIVÊ BÊ NASKIRIN'

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat di dewama axaftina xwe de bal kişand ser biryara Parlamenta Elmanyayê ya ji bo naskirina qirkirina Êzidiyan û got, "Naskirina Qirkirina Êzidiyan girîng e. Beriya niha 12 welatan qirkirin nas kirin. Li welatên Ewropayê durûtiyeke bi vî rengî heye. Ji aliyekî ve qirkirina Êzidiyan nas dikin, êrîşa li ser Şengalê weke êrîşeke qirkirinê qebûl dikin û nas dikin. Herî dawî Meclîsa Federal a Elmanyayê nas kir. Lê belê tiştekî nakin. Normal eger welatek qirkirinekê nas dike hingî ji bo pêşî li vê qirkirinê bigire, ji bo nehêle ferman, qirkirin dubare bibin, divê îrade û xwerêveberiya wê civakê nas bike. Divê xweparastina wê nas bike. Ji ber ku bi vî rengî pêşî li fermanê, pêşî li qirkirinê dikare bê girtin. Eger xwerêveberî û hêzên xweparastinê yên Êzidiyan, Şengalê nebin, dema bê careke din ferman dikare li wan rabe, dikarin bêne qirkirin. Jenosîd careke din dikare lê bê kirin. Elmanya jî, 12 welatên din jî yên ku qirkirin nas kirine divê xwerêveberiya Şengalê nas bikin. Divê hêza wê ya xwerêveberiyê nas bikin. Tenê bi vî rengî polîtîkayên durû ji holê dikarin bêne rakirin. Aliyê wê yê din bi rastî jî gelekî girîng e. Lê belê eger ev pratîkê de neyê bicihanîn, nebe wesîle ku xwerêveberî bê naskirin, hingî di pratîkê de zêde tiştek nabe. Ev girîng e, dixwazim wê yekê destnîşan bikim. Wekî din Elmanya bi dehan sal in li ser Êzidiyan polîtîkayekê dimeşîne. Di vê mijarê de polîtîkayeke gelekî taybet dimeşîne. Elmanyayê bi salan ev yek kir. Karên mîsyoneriyê yên cidî hene. Têkildarî Êzidiyan polîtîkayeke xwe ya mayinde heye. Hewl dide bixe bin siya xwe û polîtîkayeke bi vî rengî dimeşîne.

Ev yek girîng e: Ji aliyê Şengalê ve, ji aliyê Êzidiyan ve her ku têkoşîn tê kirin, encam tê wergirtin. Yanî ev ji ber xwe ve pêk nehatin. Êzidiyan, gelê Şengalê ji bo qirkirin bê naskirin gelekî têkoşiyan. Ji aliyê siyasî, dîplomatîk û civakî ve têkoşîneke cidî meşandin. Weke encameke vê têkoşînê ev pênase pêk hat. Vê yekê hêzeke mezin, wêrekiyeke mezin daye Êzidiyan. Li ser vê yekê dikarin têkoşînê hîn mezintir bikin, hîn xurtir bikin. Dikarin qirkirinê bi dewletên din jî bidin qebûlkirin. Tevî vê yekê dikarin xwerêveberiyê jî bidin qebûlkirin. Ya esasî jî qebûlkirina vê yekê ye. Divê xwerêveberiya Şengalê bi her kesî, bi cîhanê bidin qebûlkirin. Di vê mijarê de divê Êzidî li her derê têkoşîneke gelekî çalak a siyasî, hiqûqî, dîplomatîk û civakî bimeşînin. Ev têkoşîn divê bi xurtî were meşandin. Divê qirkirinê bi her kesî bidin qebûlkirin, di henman demê de xwerêveberiyê bidin qebûlkirin. Niha bi hezaran Kurd, jinên Êzidî di destê DAÎŞ'ê de ne. Fermana Şengalê fermanek bû ku ji aliyê dewleta Tirk ve  yekser hate kirin. DAÎŞ'ê tevî dewleta Tirk ev ferman rakir. Ev êrîş ji dewleta Tirk cuda nîne. Di nava êrîşa DAÎŞ'ê de ya li ser Şengalê, li pişt êrîşê dewleta Tirk hebû. Zarokên hatin revandin li Enqereyê hatin dîtin. Êzidiyên çûn Tirkiyeyê li çar aliyên cîhanê belav bûn. Gelek jin û zarokên Êzidî di destê DAÎŞ'ê de ne. Vê qirkirinê weke qirkirinê qebûl dikin. Dewleta Tirk parçeyek ji vê qirkirinê ye. Wê demê eger hûn nas dikin, hingî li dijî dewleta Tirk jî nas bikin. Li hemberî wê, dewleta Tirk heye. Di nava van êrîşên qirkirinê de cih girtiye. Wê demê divê helwestek bê nîşandan. Di heman demê de helwestek divê hebe. Dewleta Tirk cihê xwe di nava êrîşên li ser Kobanê de jî girt. Yekser tevlî êrîşên DAÎŞ'ê yên li ser Rojava jî bû. Vaye me salvegera rizgarkirina Kobanê pîroz kir. Ez pîroz dikim, silav dikim. Di êrîşên qirkirinê yên li ser Kobanê de, di êrîşên DAÎŞ'ê de dewleta Tirk jî hebû. Ew êrîş yekser ji aliyê generalên Tirk ve hatin koordînekirin. Dewleta Tirk piştgiriya lojîstîk da DAÎŞ'ê. Cebilxane ji aliyê dewleta Tikr ve hate dayin. Nîşandana helwesteke bi vî rengî bi wate ye. Lê belê divê bikeve meriyetê. Divê bibe wesîleya naskirina xwerêveberiyê. Hingî wê bi wate bibe."