Du exoplanet hatin dîtin ku pêkane jiyan lê hebe

Li du exoplanetan ku beriya demeke nêz hatin dîtin û li dora stêrkên nêzî dinyayê ne, îhtimala jiyanê tê lêkolîn.

Lêkolînerên Carnegîe Înstîtûtîon a li Washîngtonê du gerstêrkên bi navê GJ229Ac û GJ180d ên li derveyî Sîstema Rojê keşif kirin. Tê gotin ku li her du gerstêrkan dibe ku jiyan hebe. Di lêkolînên astronomên enstîtuyê de eşkere bû, ku taybetmendiyên bingehîn ên her exoplanetan (gerstêrkên li derveyî Sîstema Rojê) ew e ku teht in û li qad û asteke welê ne ku jiyan lê pêkane. Ev yek jî weke nîşaneya wê yekê tê dîtin ku li her du exoplanetan av heye, lewma dibe ku jiyan lê hebe.

Taybetmendiyeke din a bingehîn a her du gerstêrkan ew e ku nêzî Roja xwe digerin. Exoplaneta GJ229Ac li dora roja bi navê Glîese 229 a bi 19 salên ronahiyê dûrî cîhanê ye digere, Gj180d jî li dora roja bi navê Glîese 180 ya bi 39 salên rojê dûrî cîhanê ne.

Mezinahiya her du gerstêrkan bi 7.5 û 7.9 qatî ji ya cîhanê mezintir e. Gj229Ac di nava 122 rojî de li dora stêrka xwe digere. GJ180d jî bi 106 rojî li dora stêrka xwe digere.