DNA herî kevn a naskirî ya Mamûtên li Sîbîryayê ye

Li gorî encama lêkolîneke zanistî ya li Swêdê hate kirin, DNA ya herî kevn a naskirî ya li cîhanê, DNA ya Mamûtekî ye.

Di encama lêkolînên heta niha hatine kirin de, DNA herî kevn a hate tespîtkirin a hespekî bû ku di navbera 500 hezar heta 700 hezar sal beriya niha sax bû. Lê belê karên li Navenda Paleojenetîk a li Stockholmê tespît kir ku DNA ya herî kevn a Mamûtekî li herêma Sîbîrya ya Rûsyayê ye.

Li gorî lêkolîna li kovara Nature hate weşandin, DNA Mamût a li Sîbîryayê hate dîtin beriya milyonek salî ye. Mamût heta 4 hezar salî berê jî hebûn.

Di lêkolînê de hate ragihandin, fosîlên Mamût ê ku genomên wî hatin lêkolîn, hîn jî li Akademiya Zanistên Rûsyayê ya li Moskowayê ne. Ev fosîl di salên 1970'î de li Sîbîryayê hatibûn dîtin.