Demîr: Me hêza Abdullah Ocalan di Newrozê de bi şênberî dît

Parêzer Cemal Demîr destnîşan kir ku hêza siyasî û civakî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newrozê de bi şênberî hate dîtin û got, "Lewma ya ku divê niha bê kirin ew e ku destûr bê dayin ji bo parêzer û malbat Birêz Ocalan bibînin."

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 24 sal in li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de ye û ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve jî bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin. Ev yek li nava gelê Kurd û dostan cihê nerazîbûnê ye. Fikarên li ser tenduristî û ewlekariya Ocalan zêde dibin.

Parêzer Cemal Demîr anî ziman ku ji Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibata 1999'an û vir ve Abdullah Ocalan li dijî hiqûqa dijminatiyê têdikoşe. Demîr diyar kir, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava şert û mercên tecrîda giran de hewl dide bibe dengê gel û got, "Şert û mercên li derveyî mirovahiyê yên ku tê de tê ragirtin, divê em bixin rojeva welêt û cîhanê, ev yek berpirsyariyeke me ye. Şert û mercên tecrîda giran a li ser Birêz Ocalan li çar parçeyên Kurdistanê û gelek welatên cîhanê dibe sedema serhildanê.

Tecrîda giran a li ser Birêz Ocalan veguherî tecrîdeke berfireh û plankirî. Divê mirov bala xwe bide ser sala 2015'an. Weke ku tê zanîn hingî pêvajoyeke bi navê 'pêvajoya aştiyê û çareseriyê hebû' ku desthilatdariya heyî bi vî navî konsepteke mijûlkirin û îmhakirina topyekûn dimeşand."

SEBRA GELÊ KURD TÊ FÛRANDIN

Demîr bi bîr xist ku du sal in ji aliyê fîzîkî û ragihandinê ve têkiliyek nekarî pê re bê danîn û got, "Ji Birêz Ocalan û sê girtiyên din ên li heman girtîgehê bi ti awayî agahî nayê wergirtin. Desthilatdarî bi vê tecrîda mutleq û nayê qebûlkirinê re sebra civaka Kurd difûrîne. Bala her kesî li ser agahiyek ji Îmraliyê ye. Hesasiyeta civakê ya li ser Îmraliyê û Birêz Ocalan tê zanîn. Eger desthilatdariya siyasî dawî li vê helwesta xwe ya neheq bîne wê ji bo aştiya civakî bibe rewşeke girîng.

Gelê Kurd û dostên wan dixwaze ku tavilê agahiyê ji Birêz Ocalan werbigirin. Bi taybetî di pîrozbahiyên Newrozê yên sala 2023'an de bi milyonan kesên ku daketin qadan ev daxwaz anîn ziman. Yanî hêza civakî û siyasî ya Birêz Ocalan me di Newrozê de bi şênberî dît. Nêzîkatiya li Birêz Ocalan divê li gorî vê yekê be. Birêz Ocalan girtiyekî ji rêzê nîne, rastiyeke Rêberê Gelê Kurd heye. Lewma divê tavilê hevdîtina parêzer û malbatê bi Birêz Ocalan re bê kirin."

RAKIRINA TECRÎDÊ JI BO PAŞEROJA GELAN GIRÎNG E

Demîr got, "Armanca vê tecrîda li ser Birêz Ocalan ku weke êşkenceya li dijî mirovahiyê tê pênasekirin, nerazîbûna ji perspektîfên wî yên çareseriyê ye" û di dawiya axaftina xwe de got, "Birêz Ocalan rewşa li Rojhilata Navîn, çar parçeyên Kurdistanê û welatên din baş analîz dike, perspektîfên çareserî û aştiyê pêşkêş dike. Ev yek cudahî û taybetmendiya Birêz Ocalan nîşan dide. Ev yek jî kes û sîstema kronîk, neteweperest, despot, yekperest û antîdemokratîk aciz dike. Lewma rakirina tecrîda mutleq a li ser Birêz Ocalan ji bo paşeroja gelên Rojhilata Navîn gelekî girîng e."