Cûreyekî nû yê guhandaran hate keşifkirin

Rojnameya The Îndpendent nivîsî ku cûreyekî nû yê guhandaran ê beriya dîrokê ji aliyê paleontologan ve hatiye keşifkirin ku tê texmînkirin piştî tunebûna dînozoran beriya dîrokê hebû.

Paleontologên Zanîngeha Coloradoyê, cûreyekî nû yê guhandaran keşif kirin ku tê texmînkirin piştî tunebûna nifşê dînozoran, hebû.

Navê 'Beornus bali' li vî cûreyê nû yê guhandar hate kirin. Li gorî paleontologan ev cûreyê nû keşif kirine, çend sed hezar sal piştî tunebûna dînozoran, di dema Poleosenê de li Bakurê Emerîkayê bûn. Paleontologan du cûreyên din ên biçûk ên heywanan jî keşif kirin. Navê 'Miniconus jeanninae' û 'Conacodon hettingeri' li van cûreyan hate kirin.