Awûstralya dixwaze li Heyvê nebatan biçîne

Zanyarên Awûstralyayî dixwazin ku heta sala 2025’an nebatan li Heyvê biçînin.

Ji bo avakirina koloniyekê li Heyvê, hewila çandina nebatan tê dayîn. Lêkolînerên Awûstralyayî di daxuyaniya ku dan de wiha gotin: “Ev proje gava yekemîn e ji bo çandina nebatan li Heyvê da ku jê dexil û dan, derman û oksîjen bên hilberandin.“

Biyologê Nebatan ê Zanîngeha Teknolojiyê ya Queenslandê Brett Williams got ku wê tov bi wesayîteke fezayê ya Îsraîlê ya bi navê Beresheet 2‘yê bibin Heyvê.

Piştî daketina li Heyvê, wê tov di odeyeke girtî de bên avdan û wê zanyar lê binihêrin bê ka zîl didin ya na. Curên nebatan, li gor lezgînî û berxwedana xwe ya li dijî şertên hewayê yên derasayî bên hilbijartin. Li gor profesorê Zanîngeha Neteweyî ya Awûstralyayê Caîtlîn Byrt, bi vê erkê hem destpêka jiyanê ya mirov li Heyvê tê avakirin hem jî dibe ku ji bo ewlehiya dexil û dan a germahiya kûreyî dibe sedem wek laboratûarekê bê bikaranîn.

Di daxuyaniya ji aliyê zanyaran ve hat dayîn de wiha hat gotin: “Eger em bikarin pergalekê ji bo çandina nebatan li Heyvê ava bikin, dibe ku em bikarin pergalekê ji bo peydekirina xwarinê li hin cihên herî zehmet ên li cîhanê ava bikin.“

Ev proje, ji aliyê Organîzasyona Lûnarîa One ya ji zanyarên Awûstralyayî û Îsraîlî pêk tê ve, tê birêvebirin.