Zozan Çewlik: Divê em xwedî li mîrateya berxwedanê ya Zîlanan derkevin

Zozan Çewlik: Hevala Zîlan ku sala 1996'an çalakiya fedayî kir, pêşî li êrişên tunekirina gelê Kurd, Rêbertî û partiya me girt. Di vê demê de jî êrişên bi heman rengî hene. Lewma divê gelê me tevlî berxwedanê bibe û pêşî li vê bigire.

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlik tevlî bernameya taybet a Stêrk TV bû û çalakiya fedayî ya Zeynep Kinaci (Zîlan) ku di 30'ê Hezîrana 1996'an de li dar xist, berxwedan û têkoşîna heyî ya gerîla ya li dijî dagirkeriyê nirxand.

Zozan Çewlik diyar kir ku di dîroka wan de li dijî rêbertî, gelê Kurd û partiyê her tim siyaseta tunekirinê hate meşandin û got, "Lê belê hin demên krîtîk hene. Di demên wiha de hêzên pêşeng xwe dan pêş û pêşî li êrişên tunekirina Rêber Apo, gelê Kurd û PKK'ê girtin.

Yek ji van pêşengan jî hevala Zîlan bû. Sala 1996'an li dijî tevgera me, rêbertî û gelê me metirsiyeke gelekî mezin hebû. Beriya her kesî bi vê metirsiyê hesiya û bû asteng. Di nava şert û mercên sala 1996'an de bi wê çalakiya xwe mohra xwe li dîroka me ya têkoşînê xist. ji bo balê bikişîne ser metirsiya li ser Rêbertî, tevgera me û gelê me, pêşengî ji pêvajoyê re kir. Çalakiya hevala Zîlan di nava têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê û têkoşîna azadiyê ya jinê de pêvajoyeke nû da destpêkirin. Careke din şehîdan hemûyan bi bîr tînim."

Zozan Çewlik bi bîr xist ku beriya çalakiya Zîlan di 6'ê Gulana 1996'an de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan êrişeke sûîqestê hate kirin û wiha dewam kir, "Hêzên navneteweyî PKK û gelê Kurd ji xwe re weke metirsî didîtin û bi pratîkê de dixwestin rêbertî ji holê rakin. Hevala Zîlan bi vê hesiya û seknek nîşan da."

Zozan Çewlik anî ziman ku Zîlan li dijî metirsiya li ser rêbertî û gelê Kurd xwe kir mertal û got, "Planên hêzên navneteweyî yên li dijî tevgera me, rêbertî û gelê Kurd pûç kir. Çalakiya hevala Zîlan di partîbûn, gerîlatî û têkoşînê de rê û rêbazên nû afirand. Hevala Zîlan bi tena serê xwe ev pêngav pêk anî. Ev yek rastiyeke dîrokî ye. Di salên 1995 û 1996'an de rêbertî girîngiyeke mezin dida rêxistiniya jinê. Hevala Zîlan di nameya xwe de bal dikişand ser têkoşîna azadiya jinê û diyar dikir ku ew naxwaze bi rengekî ji rêzê tevlî têkoşîna azadiyê ya rêbertî bibe. Mîsyonek danî ber xwe û xwest li dijî polîtîkayên kolekirina jinê yên emperyalîzmê, bi nîşandana hêrsa xwe bibe sembola berxwedanê ya jinên Kurd. Biryardariya xwe ya ji bo jiyanê gelekî mezin bû."

'DEWLETA TIRK DI ŞEXSÊ PKK'Ê DE HEWL DIDE GELÊ KURD TUNE BIKE, LEWMA HETA JÊ TÊ ÊRIŞ DIKE'

Fermandar Zozan Çewlik ragihand ku planên tasfiyeyê yên li ser rêbertî û tevgera wan bi salane di dewrê de ne û got, "Ji bo vê jî dewlet derfetên xwe hemûyan bi kar tîne. Di 23'ê Nîsanê de li Avaşîn, Zap û Metînayê dest bi êrişên nû yên dagirkeriyê kir. Gerîla li dijî van êrişan berxwedaneke dîrokî nîşan dide. Dewleta Tirk di şexsê PKK'ê de dixwaze gelê Kurd parçe bike û bi vî rengî siyaseta tunekirinê dimeşîne. Ji ber vê yekê heta jê tê êrişî qadên gerîla dike."

Zozan Çewlik bi bîr xist ku berxwedana li van qadan zêdeyî 2 meh in dewam dike û got, "Zêdeyî 2 meh e nikare îradeya gerîla bişikîne ku ev yek lawaziya dewleta Tirk, xitimandina dewleta Tirk nîşan dide. Hevala Zîlan bi tena serê xwe çalakî kir lê belê bandoreke mezin a siyasî û civakî kir. Di vê demê de jî em bi ruhê Apoyî û mîrateya kevneşopiya berxwedanê ya Zîlanan têdikoşin. Li dijî dijmin, ne bi tank û topê, lê bi ruhê Apoyî em bi ser ketin."

'DÎROKA AZADIYÊ JI NÛ VE TÊ NIVÎSANDIN'

Zozan Çewlik destnîşan kir ku di bingeha berxwedana wan de fikir û nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hene û got, "Tevgera azadiyê ya jinê beriya her tiştî hêza xwe ji jiyanjeke azad werdigire. Di dîroka mirovahiyê de bi taybetî li Kurdistanê Star ew xwedawend e ku eşq û civakê diparêze. Gelê Kurd gelekî êsîr e. Îro bi fikir û nêrînên Rêber Apo û bi pêşengiya hevala Zîlan dîroka azadiyê ji nû ve tê nivîsandin. Di afirandina nasnameya jinê ya xwedî îrade û azad de em minetdarê rêbertî ne. Rêbertî ji bo vê gelekî ked da. Îro li hemû qadên me bi pêşengiya YJA Starê bi fedakariyeke mezin têkoşîn tê meşandin. Em xwedî mîrateyeke mezin a berxwedanê ne. Mîna hevala Zîlan fermandarên me hene. Îro ji Cenga HeftanîNê heta Avaşîn, Amed, Besta û Zapê bi pêşengiya hevalên jin berxwedaneke mezin heye.

Bila gelê Kurd û jin hemû zanibin ku niha li dijî me konsepteke îmhayê heye. Bi qasî firsendan, her wiha metirsî jî li ser gel û jinên Kurd di vê demê de hene. Hêzên serdest li dijî rêbertî, jinan û gelan xwedî planên metirsîdar in. Îro di şexsê gerîla de ji bo tasfiyekirina tevgera me êrişên mezin tên kirin. Bêguman niha li her qadê ji bo xwedîderketina li mîrateya rêbertî, gerîla û şehîdan bi pêşengiya dayikan berxwedaneke mezin heye. Li zindanan girtî ji bo pêşî li metirsiyê bigirin, li ser xeta Sema Yuce demeke dirêj e di greva birçîbûnê de ne. Bi vê wesîleyê hevalên di nava berxwedanê de ne hemûyan silav dikim.

'XWEDÎDERKETINA LI QADÊN GERÎLA XWEDÎDERKETINA LI KURDÎTIYÊ YE'

Li gelek qadan siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar, welatparêz, hunermend û heyetên cuda ji bo astengkirina konsepta tunekirinê çalakiyên bi wate li dar dixin. Lê belê di pêvajoyeke wiha de ev têrê nake. Ji ber ku metirsî mezin e. Dijmin li dijî me bi hemû hêza xwe ketiye şer û divê em jî bi ruhekî şoreşgerî li ber xwe bidin. Ji bo gelê Kurd, ji bo jinên Kurd em di pêvajoyeke gelekî girîng de ne. Ji bo jiyaneke azad, ji bo pêşîgirtina li qirkirina jinê, astengkirina qirkirina gelan û têkbirina dijmin, bi pêşengiya jin û ciwanan divê her kes nerazîbûna xwe nîşan bide. Hevalên me yên ciwan ên niha li çeperên şer li ber xwe didin xwedî hêvî û armancên mezin e. gelek ji wan di oxira van armanc û hêviyên mezin de şehîd bûn. Wan şehîdan zanîbûn ku gelê Kurd, ciwanên Kurd wê xwedî li vê kedê, li vê mîrateyê derkeve."

Di dawiya axaftina xwe de Zozan Çewlik got, "Divê her kes li dijî dagirkeriyê seknekê nîşan bide. Bi taybetî jî ciwanên Kurd divê van lîstikên dijmin pûç bikin. Xwedîderketina li qadên gerîla xwedîderketina li nasnameya Kurdîtiyê ye, xwedîderketina li xwe ye."

Zozan Çewlik destnîşan kir ku divê xwedî li berdêlan derkevin û di vê demê de firsendên vê hene.