YPG: Ti eleqeya me bi teqînê re nîne!
Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku ti eleqeya wan bi teqîna li Efrînê ve nîne.
Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku ti eleqeya wan bi teqîna li Efrînê ve nîne.
Berdevkê YPG’ê Mehmûd got: “Di dîroka 28-04-2020 de (duh) teqînek bi rêya seyareyeke sotemenî lê barkirî li bajarê Efrînê rû da. Hinek derdoran bêyî ku mijar were teqezkirin, bi awayekî lezgîn YPG ji vê bûyerê berpirsyar girt. Ev tohmet û tawanbarî dûrî rastiyê ne, ti têkiliyê me bi vê bûyerê ve nîne.”