YPG: Li hemberî êrîşên paşverû em ê şoreşê biparêzin

Fermandariya Giştî ya YPG’ê derbarê salvegera Şoreşa Rojava daxuyanî da û got ku “Em hêzên YPG’ê ji bo parastina şoreş û gelê xwe, em ê heta dilopa dawîn a xwîna xwe têbikoşin.”

Fermandariya Giştî ya YPG’ê derbarê salvegera Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya YGP’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Li ser şoreşa 19'ê Tîrmehê 8 sal derbas bûn. Di salvegera 9’emîn ya şoreşê de rexmê hemû êrîşên dagirkeriyê şoreşa Rojava ji bo hemû gelên cîhanê hêviyek mezin ava kir. Jiyanîkirina paradigmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya zayendî gav bi gav bi xwîna şehîdên leheng tê hûnandin.

Wekî hemû ezmûnên şoreşên cîhanî bê guman şoreşa Rojava di bin şert û mercên pir giran de hebûna xwe ava kir. Şoreşa Rojava ji avabûna xwe heya niha destpêkê bi êrîşên terora DAIŞ’ê û hevkarê wî dewleta dagirker a Tirk bi hewildanên wan yên têkbirinê re rûbirû ma. Lê gelê me yê azadîxwaz li ser esasê parastina cewherî ji destpêka şoreşê heya niha ji bo rûmeta mirovahiyê berxwedaniyek dîrokî raber kir.

Şoreşa 19'ê Tîrmehê ji hemû cîhanê re nîşan da ku tenê rêya derketina ji krîzê ku ji ber pergala kapîtalîzmê di tevahiya cîhanê de tê jiyankirin, li ser esasê neteweya demokratîk gengaz e. Ev çend bû nimûyek yekane ji bo tevahî gelên cîhanê ye. Ji ber vê yeke şoreşa Rojava ji bo hemû gelan bûye mînaka avakirina pêşerojên azad. Nîşaneya vê ya herî berbiçav ji ew bû ku ji hemû aliyên cîhanê tevlîbûna nava refên şoreşê bû.

Ligel hemû hewildanên fetisandina şoreşê em hêzên YPG'ê cardin sekna xwe ya bi biryar raber dikin û sozdariya xwe ya heya dilopa xwîna xwe ya dawî em ê parastina şoreş, gel û civaka xwe bikin. Bi vê boneyê jî di salvegera şoreşa 19’ ê Tîrmehê de heman demê damezradina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) e. Em bi vê munasebetê car din soza xwe dûbare dikin û li hemberî hemû êrîşên paşverû em ê bibin teminata şoreşê û gelên xwe biparêzin.

Li ser vê esasê em salvegera Şoreşa 19ê Tîrmehê di serî de li Rêberê Gelê Kurdistanê, şehîdên şoreşê û li hemû gelê xwe pîroz dikin. "