YPG'ê nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir

YPG'ê ragihand ku şervanekî wan ji ber nexweşiyê di 5'ê Tîrmehê de li Hesekê şehîd bûye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG'ê li ser mijarê ev daxuyanî da:

"Hevrêyê me Omer Şêxo 5’ê Tîrmehê di encama nexweşiyekê de li bajarê Hesekê gihîşte şehadetê.

Hevrê Omer Şêxo, li bajarê Efrînê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bû. Ji bandorbûna şerê me yê berxwedanê, şoreşa Rojava û bakurê Sûriyê nas kir û tev lê bû. Ji têkoşîn û berxwedana gelê me ya li ser hîmê azadiyê û yekitiyê bi dildarî bawer kir û heta henaseya xwe ya dawiyê li dijî her cure paşverûtiyê sekinî. Hevrê Omer Şêxo, erk û berpirsiyariya xwe bi serketî bi cîh anî. Nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ye;

Nav û Paşnav: Omer Şêxo

Navê Dayikê: Fatma

Navê Bav: Hesen

Cihê Jidayikbûnê: Efrîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê, 5 Tîrmeh 2020

Em di şêxsê hevrê Omer Şêxo de tevahî şehîdan bi rêzdarî û minnet bibîr tînin. Ji malbatê şehîdê xwe û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin."