Xezeba Zeytûnê: Li Babê 5 çete hatin kuştin

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê li ser teqîna Babê daxuyaniyek nivîskî da û ragihand ku di çalakiyê de 5 çete hatine kuştin û 9 jî birîndar bûne.

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê li ser çalakiya îro a li Babê daxuyaniyek nivîskî da.

 Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ev çalakî di çarçoveya çalakiyên tolhildanê yên li dijî çeteyên dagirkeriya Tirkiyê li Efrîn, Idlib, Ezaz û herêmên din ên Bakurê Sûriyeyê de pêk hatiye û ev agahî hatin parvekirin:

“Hêzên me di 5‘ê Adara 2019‘an de li bajarê Babê motorsêklêteke bi dewriyeke çeteyên dagirkeriya Tirkiyê veteqand, di encamê de 5 çeteyên dagirker hatin kuştin û 9 jî birîndar bûn.

Beriya niha me sivîl agahdarkiribû ku ji bargeh û kombûnên çeteyan dûr bikevin, em vê gotinê careke din dubare dikin, ji ber ku her kombûneke çeteyan wê bibe hedefa hêzên me.

Her wiha em çeteyan hişyar dikin ku li xaka me ya paqij nemîne yan ew ê lê werin definkirin.

Em Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê, teqez dikin ku çalakiyê me wê li dijî kesên ku destê wan ketiye xwîna şêniyên Efrînê,  pêk bînin û tola wan hilînin."