XelKê Tirbespiyê li dijî tecrîdê meşiyan

XelKê Tirbespiyê tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin.

Bi meşeke girseyî ku Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeyê bi rêxistin kir, pêkhateyên navçeya Tirbespiyê banga şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin. Meş ji pêşiya navenda Kongreya Star a li rojhilatê navçeyê destpê kir û heta navenda ciwanan dewam kir.

Meşvanan wêneyên Ocalan û pankertên bi nivîsên "azadî ji bo Ocalan" rakirin û dirûşmeyên "azadiya Ocalan, azadiya gelên herêmê ye" berz kirin.

Şêniyên navçeyê bi dirûşmeyan siyasetên dewleta Tirk a derbarê Ocalan û bêdengiya navnetewî li hember rewşa Ocalan şermezar kirin û diyar kirin ku şewata Îmraliyê bi zanabûn hatiye pêxistin û armacna wê têkbirina vîna gelên kurdistanê ye.

‘JI DAXUYANIYÊN DEWLETÊ BAWER NAKIN’

Meşa ku hey pêşiya navenda Yekîtiya Ciwanan dewam kir li vir vegeriya mîtîngê. Di mîtîngê de yek ji rêveberên Meclîsa Malbatên Şehîdan Heyf Hacî axivî û destnîşan kir ku dewleta Tirk bi girankirina tecrîdê li dijî Ocalan û neeşkerekirina çarenûsa wî, hewl dide vîna gelan têk bibe. Heyf Hacî destnîşan kir ku tevî hevdîtina malbatê bi Ocalan re jî, gel û pêkhateyên herêmê êdî baweriyê bi dewleta Tirk nakin.

BANG LI NY’YÊ KIRIN

Her wiha ji Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistinên navdewletî û mirovî xwest ku li gorî pîvanên xwe destwerdanê bike û tecrîda li ser Ocalan bi temamî rake.