Xelkê Qamişloyê serketina QSD’ê pîroz kir

Xelkê Qamişloyê rizgarkirina Dêra Zorê pîroz kirin.

Piştî ku QSD’ê rizgakirina Dêra Zorê ragihand gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan û serketina QSD’ê pîroz kirin.

Bi daxuyaniya rizgarkirina Dêra Zorê re bi pêşengiya Malbatên Şehîdan a Qamişlo gel bi dirûşmeyan daketin qadan û li nava bajêr bi wesayîtan geriyan. Xelkê Qamişloyê jî li mal û cihên kar bi dirûşme û nîşaneya serketinê pitşgirî da konvoya pîrozbahiyê.

Piştî ku konvoy li bajêr geriya xelkê Qamişlo li Qada Şehîdên Enternasyonalîst li hev civiyan, govend gerandin û dirûşmeyên “Bijî berxwedana YPG, YPJ, QSD’ê”, “Bijî berxwedana zindana” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.