Xelîl: Divê herkes li hemberî konsepta PDK û dewleta Tirk helwesteke zelal nîşan bide

Endamê Konseya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl: Divê li hemberî konsepta PDK û dewleta Tirk hemû gelê me, xwe rêxistin bikin. Divê li hemberî dagirkerî û hevkarên wan helwesteke zelal nîşan bidin.

Endamê Konseya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl diyar kir PDK’ê Başûrê Kurdistanê kiriye qadeke ku planên dewleta Tirk lê tên kirin û got “Dewleta Tirk dema ku dibêje ez ê tevgera azadiyê biqedînim, xwe dispêre PDK’ê. Tişta ku dewleta Tirk di qada navneteweyî de nikare bike, PDK dike.”

Aldar Xelîl hevdîtinên di navbera PDK û dewleta Tirk, hedefên van hevdîtinan û bandora van tiştan a li ser gelê Kurd pirsên ANF’ê bersivand.

Di vê pêvajoyê de li ser gelê Kurd êrişên giran hene, divê têkiliyên ku di navbera PDK û dewleta Tirk de zêde dibin, çawa werin nirxandin?

PDK’ê qedera xwe spartiye têkiliyên bi dewleta Tirk. Mirov bi zelalî bibêje, qedera xwe bi AKP û MHP’ê daye girêdan. AKP û MHP di dîroka dewleta Tirk de desthilatdariya herî şovenîst e. Li hemberî hebûna gelê Kurd, demokrasî, mafên mirovan û wekheviyê ye. PDK’ê qedera xwe spartiye kesên wisa. Bi wan re di nav konseptekê de ne.

Di vê pêvajoyê de dewleta Tirk li ser gelên Kurd êrişên giran pêk tîne, axa Kurdan dagir dike û siyaseta îmhayê dimeşîne, rayedarên PDK’ê yeko yeko tên bi Erdogan, wezîr û hikumeta wan re hevdîtinan dike. Li Hewlêr, Enqere, Munîh û li gelek cihan hevdîtinên wan hate kirin. Her dem bi hev re didin û distînin. Ev jî tê wateya ku bi hev re di nav konseptekê de cih digirin.”

‘DEWLETA TIRK XWE DISPÊRE PDK’Ê’

Bi hatina bihar û Newrozê re dema ku dewleta Tirk dibêje ‘Ez ê çawa Tevgera Azadiyê ya Kurdan tune bikim û hemû xebatên wan bidim sekinandin’ xwe dispêre çi. Xwe dispêre piştgiriya ku PDK’ê dide wan. PDK’ê gelek caran ji dewleta Tirk re got ‘Li hemberî şoreşa azadiyê ez amade me, bi te re bim’ û ev tişt nîşan da. Ev mesele gelekî xetere ye. Li Başûrê Kurdistanê ya ku parçeyekî Kurdistanê ye, tevî dewleta Tirk wê li hemberî hebûna gelê Kurd tevbigerin. Herçiqasî ev rastî hebe jî hêzên ji Başûrê Kurdistanê li vî tiştî nafikirin. Temamê gelê Başûr ne li ser vê fikrê ne.

PDK a ku bi siyaseta xwe dest daniye ser hikumet û saziyan, bi desthilatdarî, îstîxbarat û hêzên taybet Başûr kirine qadeke ku dewleta Tirk planên xwe lê pêk bîne. Ji ber vê jî tevlî nav planên îmhayê yên dewleta Tirk dike. Ji bo PDK’ê divê ev ne tiştekî baş be. Tişta ku ji bo wan herî baş ev e ku divê li hemberî planên dewleta Tirk bin. Mixabin em berevajî vî tiştî dibînin. Em dibînin ji wan re dibin alîkar. Ev ji berjewendiyên gelê Kurd zêdetir, xizmeta berjewendiya xanedaniyê dike.

Ligel ku PDK bi eşkere tevî dewleta Tirk tevdigere, hêzên din ên li Başûrê Kurdistanê çima dengê xwe nakin?

Xanedanek li Başûrê Kurdistanê xanedaniya xwe didomîne. Partiyên din ên di nav hikumetê de ne xwediyê biryarê ne, bandoreke wan tuneye ku karibin biryaran bidin û li herêmê bandoreke siyasî pêk bînin. Li temamî Başûr ev xanedanî li ser hikum e, dest danîne ser her tiştî. Tiştên ku Erdogan di qada navneteweyî de nikare bike, hin endamên vê xanedaniyê dikin. Bûne şirîk û tişta ku Erdogan nikare bike, ew dikin. Dibe ku hemû endamên malbata Barzanî ne şirîkê vî tiştî ne. Dibe ku çend kes li derveyî vî tiştî ne. Lê kesên li ser navê vê xanedaniyê li ser hikum in, li ser navê malbatê hikum dikin. Ji ber vê jî li Başûrê Kurdistanê xanedanî tê dîtin.

Dema ku xanedanek hemû destkeftiyên Kurdan dixe xetereyê…

Ev ji bo Kurdan ne çandeke demokratîk e. Xisarê dide hemû tevgerên Kurdistanî. Ji bo me jî dibe sedem ku dewleta Tirk xurt bibe. Divê hêzên hêzên Kurdistanê wisa nefikirin. Bi rastî jî heke Kurdistanî ne, divê nehêlin hêzên ku axa me dagir kirine, xurt bibin. Berevajî vî tiştî divê ji bo azadkirina herêmên hatine dagirkirin divê alîkariyê bidin me. Niha çi dikin, alîkariyê didin dagirkeriyê. Dema ku em vî tiştî dibînin, em gelekî xemgîn dibin. ENKS di nav hevkariyê de ye. Bi Tirkiyeyê ya ku Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Cerablûs, Ezaz û Bab dagir kirine re, şirîkatiyê dikin. Ev tiştekî çawa ye! Ev bêwijdanî ye, bêexlaqî ye û ne li gorî welatparêziyê ye. Mirov nizane jê re bibêje çi. Ev siyaset li dijî berjewendiya gelê Kurd in.

Piştî hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Erdogan rojeveke wisa çêbû ku wê êrişeke nû pêk were. Gelo agahî hatine ji we re?

Hin agahî tên ku piştî Newrozê wê li hemberî gerîlayên Kurd, tevgerên Kurd û destkeftiyên Kurdan hinek êriş werin kirin. Ev xizmeta siyaseta dijmin dike, ev tişt xizmeta tevgerên Kurd û şoreşa Kurdan a demokratîk nakin. Divê êdî her kes li hemberî vê siyasetê be. Ev ne bi tenê karê partiyekê ye. Wekî ku di navbera me de nakokiyên şexsî hene. Ne wisa ye, hinek rastî hene. Divê her kes zanibe. Ev xanedan, malbat û partî, navê wê çi dibe bila bibe bi dijmin re dixebitin. Em hê jî têkoşîna azadiyê dimeşînin.

Hinek kes jî diçin bi dijmin re tifaqê çêdikin. Ew dijmin dixwaze me îmha bike tu jî diçî alîkariyê dide dijmin. Ez nikarim bi nêteke baş li vê meseleyê binihêrim. Dijmin dixwaze me tune bike, tu jî diçî hevaltiyê bi wî re dikî, piştre diçî dibêjî ‘Em bira ne’ Divê gelê me van rastiyan bizanibe.  Wî ‘birayê’ te bi kesên ku dixwazin me tune bikin re dide û distîne.

Kurd li hemberî rojeva êrişê û tevlêbûna PDK’ê ya nav vê êrişê divê çi bike?

Divê em hemû bibêjin ‘Êdî ev tişt wisa nabe, xwe nedin kêleka dijmin. Heta ku hûn bi dijmin re bin, dijmin we bi kar tîne. Dixwaze şoreşa me hilweşîne û bi ser bikeve, ji ber wê ew ê we jî tune bike. Wê piştre qîmeta we jî nemîne, wê silavê nede we. Ji bo ku qîmeta we jî hebe, divê ev şoreş û destkeftî werin parastin, divê gelê me xwe rêxistin bikin, li hemberî dagirkerî û şirîkên dagirkeran em helwesteke zelal nîşan bidin.’