BI DÎMEN

Wîlson: Abdullah Ocalan modelekê pêşkêş dike

Nivîskarê rêze romanê Sean Mîchael Wîlson anî ziman ku konfederalîzma demokratîk modelek ji şêweyê birêxistinkirina cîhanê ye.

HEVPEYVÎNA BI SEAN MÎCHAEL WÎLSON RE

Sean Mîchael Wîlson nivîskarekî rêze romanê yê Skoçyayî ye ku li Japonyayê dimîne. Wîlson di pirtûkên xwe de mijarên dîrokî, polîtîka û civakî dinirxîne. Pirtûka “FREEDOM SHALL PREVAIL the Struggle of Abdullah Öcalan and Kurdish People” (Azadî wê bi ser bikeve, têkoşîna Abdullah Ocalan û gelê Kurd) hate weşandin ku orjînala wê bi Îngilîzî ye, niha bi Elmanî, Kurdî û Tirkî jî hate amadekirin. Sean Mîchael Wîlson bersiv da pirsên ANF'ê.

Destpêkê li ser naskirina fikrê Abdullah Ocalan axivî û got, "Bi rêya Înîsiyatîfa Navneteweyî min nas kir. Min gelek tişt kir, em ji wan re dibêjin romana grafîkê, ji bo mezinan rêze roman amade kir. Ev rêze roman ji bo zarokan nîne. Min li ser Partiya Karker a li Îngilistanê, lîderê wê yê wê demê Jeremy Corbyn romaneke grafîkê amade kir. Li ser sendîkayeke karker, li ser têkoşÎna mirovan a li Îngilistanê pirtûkeke amade kir. Piştî ku me ew pirtûk qedand li ser pirtûka di rêzê de em axivîn. Piştre ez, ya jî yekî din bû baş nayê bîra min, dibe ku Estalle be, Estalla Smîth hûn zanin, piştevanekî demdirêj e (Dostê Kurdan). Dibe ku wî pêşniyar kiribe, baş nayê bîra min, yekî pêşniyar kir ku li ser Kurdistanê em pirtûkekê amade bikin. Ji wê demê ve bi saya Estella û Înîsiyatîfa Navneteweyî min li ser Kurdistanê û Abdullah Ocalan agahî wergirt. Heta wê demê zêde agahiya min tine bû. Niha jî ji ber ku min pirtûk nivîsand û lêkolîn kir, gelek tiştan zanim. Piraniya agahiyên min jî ji Înîsiyatîfa Navneteweyî hat."

Li ser kampanya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd wiha axivî: "Li cîhanê gelek mirov haya xwe ji vê mijarê nîne. Gelek mirov nizane bê Kurdistan li ku derê ye. Di vê mijarê de kêmaniya agahiyan heye. Divê em çi bikin? Hêvîdarim ev pirtûk bi Îngilîzî, Tirkî, Elmanî, bêguman bi Kurdî, dibe ku bi Fransî, Îtalî û Spanî bê weşandin. Li ser mijarê agahî bê parvekirin wê kêm jî be bibe alîkar. Ne tenê fikrê berdana Abdullah Ocalan, di heman demê de fikrê konfederalîzma demokratîk li ser şêweyê birêxistinkirina cîhanê modeleke. Bi dîtina min gelekî girîng e. Ji ber vê jî divê bê zanîn. Bêguman yek ji sedemên axaftina li ser vê yekê jî ew e ku sîstema kapîtalîst a heyî gefeke. Eger di rastiyê de alternatîfeke me hebe, bêguman medya giştî naxwaze li ser biaxive, ji ber ku gelekî xetere ye. Yek ji aliyên baş ên rêze romanê jî ev e. Formeke hunerê ye ku gelek mirov dikare bixwîne, yan jî medyayeke girseyî ye, lê belê divê ev yek bi rengekî aqilane bê kirin."

Sean Mîchael Wîlson diyar kir ku ew hêvî dikin pirtûkên wan ên bi zimanên cuda bibin alîkar ku agahiyên li ser Ocalan û konfederalîzma demokratîk belav bibin.