Welîd Çolî: Li Rojava ji bo yekîtiyê atmosfereke erênî heye

Çavdêrê siyasî Welîd Çolî hevdîtinên li Rojava yên ji bo yekîtiya neteweyî nirxand û diyar kir ku ji bo yekîtiyê atmosfereke erênî heye. Welîd Çolî diyar kir, dewleta Tirk ji bo alternatîfa ENKS'ê ketiye nava hewldanan.

Bi însiyatîfa Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), hevdîtinên ji bo yekîtiya neteweyî yên navbera Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û ENKS'ê dewam dikin.

Hevdîtinên destpêkê bi navbeynkariya heyetên DYE û Fransayê li Rojava di nava partiyên Kurd de pêk hatin.

Li gorî agahiyan, heyetên herdu welatan ji partiyên din re gotine, "Destpêkê wê partiyên ku pirsgirêk di navbera wan de heye li hev bên civandin û piştre jî bi beşdariya hemû partiyan hevdîtin bên kirin."

Di vê çarçoveyê de demeke di navbera PYD'ê û ENKS'ê de hin hevdîtin pêk tên. Têkildarî hevdîtinan hin agahî li çapemeniyê hatin weşandin.

Endamê Meclîsa Rêveber a Hevserokatiya PYD'ê Salih Muslim diyar kir ku hevdîtin dwam dikin, lê belê hîn metneke lihevkirinê ya hatiye îmzekirin nîne.

Çavdêrê siyasî Welîd Çolî ev hevdîtinên ji bo yekîtiyê ji ANF'ê re nirxand.

WELÎD ÇOLÎ: JI BO YEKÎTIYÊ ATMOSFEREKE ERÊNÎ HEYE

Welîd Çolî destnîşan dike ku ji bo serketina hevdîtinên yekîtiyê 'atmosfera siyasî gelekî guncav' e û diyar dike ku atmosfera heyî ya siyasî ji ya hevdîtinên beriya niha yên li Hewlêr û Duhokê çêtir e.

Welîd Çolî got, "Hevdîtinên Hewlêr-1, Hewlêr-2 û Duhokê çêbûn, beriya çend salan. Vê gavê ne hewce ye ku bê nîqaşkirin bê çima ew hevdîtin bi ser neketin. Sedema sereke dewleta Tirk bû. Lê belê atmosfera niha ji ya wê demê cudatir e."

Welîd Çolî têkildarî guhertina atmosferê got, siyaseta tunekirinê ya topyekûn a li dijî Kurdan tê meşandin êdî ji aliyê Kurdan hemûyan ve tê dîtin. Sedema din jî ew e ku tabloya siyasî ya Sûriyeyê bi sala 2019'an re gihîştiye qonaxeke nû

'LI SÛRIYEYÊ ATMOSFEREKE GUHERÎNÊ HEYE'

Welîd Çolî got, "DYE û Rûsya ku di şerê Sûriyeyê de du hêzên li qadê bi bandor in, êdî gihîşte wê astê ku sînorên xwe diyar bikin û li ser vê yekê lihevkirineke siyasî bikin. Wê hin guhertin çêbibin. Di nava vê pêvajoya guherînê de DYE, Rûsya, Fransa, Erebistana Siûdî, Îmarat, Misir, Urdun jî hene. Ev pêvajoya guherînê wê di nava hêza ku bi navê mûxalefetê li Sûriyeyê tevdigere jî hin guhertinan bike. Ev rêxistiniya bi navê Îhvani Muslîmî bi temamî ketiye destê dewleta Tirk û nikare bi pêş ve biçe. Xitimiye."

'HIN ALIYÊN KU DYE Û RÛSYA LI SER LI HEV KIRINE HENE'

Welîd Çolî destnîşan dike ku di dema guhertinê de gelekî girîng e Kurd bibin yek, ev yek wê di pêvajoya guherînê de diyarker be û anî ziman, xuya ye hin nuqte hene ku Rûsya û DYE li Sûriyeyê li ser li hev kirine.

 Welîd Çolî got, "DYE jî, Rûsya jî ji hebûna Tirkiye û Îranê ya li Sûriyeyê aciz in. Bêguman her yek ji aliyê xwe ve ji hebûna yekî aciz e. Lê belê hebûna Tirkiyeyê ya li xaka Sûriyeyê, hebûna Îranê ya li nava civaka Sûriyeyê cihê nerazîbûnan e û li pêşiya çareseriyê asteng in. Mînak; daxuyaniyên Marîa Zaharova û James Jeffrey ên vê dawiyê işaretê bi vê yekê dikin. Yanî ev daxuyanî ji hev cuda nînin."

'KOLANA KURDAN ÇARESERIYÊ DIXWAZE, DIVÊ BI WÊREK BE'

Welîd Çolî got, "Kolana Kurdan çareseriyê dixwaze" û destnîşan kir ku partiyên Kurdan divê vê yekê bibînin û hîn bi wêrekî tevbigerin. Welîd Çolî got, "Mesela di hevdîtinên beriya niha de ENSK'ê digot ku divê hêzeke çavdêr hebe. Niha hêzên çavdêr jî hene. Wê demê ji bo çareseriyê divê hîn bi wêrekî tevbigerin."

'DEWLETA TIRK LI ALTERNATÎFA ENKS'Ê DIGERE'

Welîd Çolî ragihand ku dewleta Tirk wê hewl bide van hevdîtinên navborî sabote bike û di vê mijarê de got ku divê her kes hişyar bin. Welîd Çolî got, "Mesela beriya çend rojan nûçeyeke hebû ku digotin ENKS'ê xwe ji nava mûxalefeta Sûriyeyê vekişandiye. Lê belê ENKS'ê ragihand ku ev yek nerast e. Dewleta Tirk hîn ji niha ve hin amadekariyan dike. Mesela beriya çend rojan rêxistiniyeke bi navê Rabiteya Misteqbel a Kurd a bi serkêşiya Ebdulezîz Temo tevlî mûxalefeta Sûriyeyê kirin."

Ji bo pirsa "Gelo ev hewldan weke lêgerîna dewleta Tirk a ji bo alternatîfa ji ENKS'ê re dikare bê dîtin?" Welîd Çolî got, "Belê, dikare weke hewldanek ji bo peydakirina alternatîfa ENSK'ê bê dîtin. Dewleta Tirk wê nesekine. Ev gav jî nîşan dide ku lêgerîneke nû heye."

'LÊGERÎNA JI BO MÛXALEFETEKE NÛ YA SÛRIYEYÊ'

Çavdêrê siyasî Welîd Çolî got, "Lê belê divê neyê jibîrkirin ku mûxalefeta heyî ya Sûriyeyê ne rêxistiniyeke welê ye ku Kurd di nav de cih bigirin. Rewşa li Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî li pêş çavan e." Welîd Çolî got, "Eger Kurd karibin bibin yek wê di nava rêxistiniya bi navê mûxalefeta Sûriyeyê tevdigere jî bibe sedema hin guhertinan. Bi dîtina min lêgerîn û karekî ji bo mûxalefeteke cuda jî heye."