Veguhastina ji Baxozê didome, bi hezaran kes teslîm bûn

Di operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de ya li gundê Baxozê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê tê kirin, veguhastin didome.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, du kom ji gund hatin veguhastin. Koma destpêkê ji 15 wesayitan, koma duyemîn jî ji 20 wesayitan pêk dihat. Herî kêm 35 qemyonên din ji bo veguhastinê berê xwe dan herêmê.

Hejmara kesên ji serê sibehê ve ji gund hatine derxistin hezar derbas kir.

Roja Duşemê nêzî 2.500 kes ji gund hatibûn derxistin. Piraniya wan çeteyên DAÎŞ'ê û malbatên wan e.

Ji bo derxistina sivîlan ku çeteyên DAÎŞ'ê wan weke mertalên zindî bi kar tînin, roja Duşemê konvoyek ji 40 qemyonî hatibû amadekirin.

Şervanên QSD'ê piştî derxistina sivîlan careke din dest bi operasyonê kiribûn û herî kêm 13 nuqte kontrol kiribûn.

Ji destpêka meha Kanûnê ve nêzî 55 hezar kes ji vê herêmê hatin derxistin ku zêdeyî 5 hezar ji wan çeteyên DAÎŞ'ê ne.