Turk: Divê em hemû li dora nirxên neteweyî siyasetê bikin

Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk anî ziman, ku ji bo yekîtiya neteweyî demeke dirêj e kar dikin û got, "Em; partiyên Kurd êdî neçar in bi hev re karekî hevpar bimeşînin. Divê em hemû li dora nirxên neteweyî siyasetê bikin."

Komxebata Yekitiya Neteweyî ya Xebata Tifaqa Kurdistanî ku bi tevlêbûna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û 8 partiyên Kurd pêk hat, doh dest pê kir. Komxebat wê îro jî dewam bike û di nîqaşan de nexşerêya yekitiya neteweyî ya Kurd bê diyarkirin. Di komxebatê de hevseroka KCD’ê Leyla Guven, hevserokên Giştî yên DBP’ê Saliha Aydenîz û Keskîn Bayindir, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk, nûnerên DDKD, PÎA, KKP, PDK-Bakur, PDK-T, Partiya Azadî û hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî amade bûn.

‘REWŞA HEYÎ HÊVIYÊ DIDE ME'

Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk têkildarî yekitiya neteweyî ya Kurd ji ANF’ê re axivî. Turk anî ziman ku ji salên dûrûdirêj ve, ji 11 salan ve ye ji bo tifaq û yekîtiya neteweyî hewldan û xebatên me hebûn û wiha axivî: “Car caran em bi partiyên siyasî yên li Başûr re dihatin cem hev. Me timî destnîşan dikir ku êdî hatina cem hev û xebateke hevpar bivênevê ye. Em dibînin ku bi hinek partiyên demekê me silav nedidan hev, em îro têkildarî fikir danûstendinan dikin, xebat û komxebatên hevpar pêk tînin.  Ev rewş me bi hêvî dike. Û em bawer in wê ev komxebat ji bo paşerojê tevkariyeke zêde bike."

'YEKITÎ WÊ HEMÛ KURDAN BÎNE CEM HEVDÛ'

Turk anî ziman ku yekîtiya neteweyî tiştekî pir cuda ye û wiha dom kir: “Mirov nikare yekîtiya neteweyî li derdora bîrdoziyekê pêk bînin. Eger hûn hewl bidin yekîtiya neteweyî li derdora bîrdoziyekê pêk bînin, ji sedî sed wê muxalifên wê, wê kesên cuda difikirin çêbibin. Îro dema em li Rojhilata Navîn li deverên weke Sûriye, Lîbya, Îranê  dinihêrin em dibînin ku ji ber mezhebgirî û bîrdoziyan parçebûnek heye. Yanî pêvajoya ber bi yekîtya neteweyî, Kongreya Neteweyî ve diçe, wê her kesî,  lê belê kesên welatparêz yên bi mentiqeke ku hemû Kurdan bîne cem hev tevdigere hembêz bike. Her wiha avakirina zemîneke wiha ye. Berî niha jî min mînakek da, min got, gotineke pêşiyên Çîniyan heye. Dibêje pisîk spî yan jî reş be girîng nîne, ya girîng ew e ku mişk digire. Ev xebatên yekîtiyê ku ji Rojava destpêkirin jî divê di aliyê gelbûnê de pêş bikeve, xwe bigihîne gel, gel pêş bixe, gel rake ser piyan û bi rê ve bibe. Yan na tenê pêkanîna komxebatan û li ser kaxezan wergirtina biryaran têr nake. Ji ber em di qonaxeke wiha de ne dibe ku gelek destketî xurt bibin û gelek destketî tine bibin. Yan na şansê serketina tevgereke ku gel lê xwedî dernekeve nîne. Di vê demê de hewce ye em di nav xebateke cidî ya gel bigihîne hev û  bixe nav tevgerê de bin.

Pêwîst e em hewldanên di vê mijarê de mezin bikin. Divê em realîst bin, gelê me di van qonaxên dawî de hatiye bêdengkirin. Mînak li cihekî weke Qoserê ku me ji sedî 80 deng wergirtiye, em daxuyaniyekê bi 200-300 kesî pêk tînin. Bêguman di gel de pirsgirêk nîne, lê belê mesajeke yekîtiya ya cesaretê bide gel û gel bixe nav tevgerê hewce ye.  Divê xebat û beyanmeyeke ku nîşan bide bê ev yekîtî çi qasî girîng e pêwîst e.  Lewma divê siyaseteke gel xwedî lê derkeve, gelbûnê pêş bixe pêk were. Yanî divê siyaset ji têgihiştineke bîrdozî rizgar bibe. Divê têkildarî rojev û daxwazên gel biryaran werbigire. Belê gelê Kurd li hember van hemû êrîşan xwedî hêrseke mezin e, lê siyasetmedarên vê organîze bikin di nav xebateke hevpar de nînin. Dema ev nebe jî dibe sedema ku gel li hember siyasetê bertek nîşan bide.”

'DIVÊ SIYASET LI GORÎ NIRXÊ NETEWEYÎ TEVBIGERE'

Di berdewama axaftina xwe de Turk destnîşan kir ku hinek partiyên siyasî yên xwedî statuyekê, hinekî li ser esasê hevsengiyên Rojhilata Navîn siyasetê dikin û ev tişt got: “Yan jî li gor xwe bi awayê xwe ji van hevsengiyan dûr dixin ji xwe re sîwaneke parastinê ava dikin. Ya em dibêjin ew e, têkildarî pêşerojê ti feydeyeke vê nîne. Ji ber pêwîst e hûn xwe bi alîgir û gelê xwe re bikin yek. Jixwe li deverên din, li parçeyên din siyaset û beşên cuda li hember Kurdan di nav êrîşan de ne, bi awayekî ku destketiyên Kurdan tine bikin tevdigerin. Eger ev wiha ye, wê demê divê hûn xwe bispêrin gelê xwe. Divê hûn bi têgihiştineke ku hemû partiyan û nirxên neteweyî hembêz dike siyasetekê bimeşînin. Em dizanin ev kêmasiyek e. Helbet ez naxwazim di vê mijarê kesî sûcdar jî bikim. Lê hewce ye mirov ji sedî sed van kêmasiyan li ber çav bigire. Dibêjin, ‘eger ez vê bikim, ez ê rastî êrîşa filan tiştî bêm.’ Lê belê heke hûn destketiyên gelê xwe esas negirin, ji gelê xwe yeqîn nekin,  hûn ê rojekê teqez rastî van tiştan bên.  Em dibînin îro li Iraqê avahiya federal a Kurdan ji her alî ve ji Hîzbullah a Lubnanê heta Şîiyên li Iraqê, Îran û Tirkiyeyê dibe armanc. Eger ev wisa ye wê demê hewce ye mîsyoneke mezin a yekîtiyeke xurt pêş bixe werbigirin. Xebatên berê yên têkildarî Kongreya Neteweyî ji ber van nêzîkatiyan bi ser neketin.” 

SERDEMEK GIRÎNG Û KRÎTÎK   

Siyasetmedarê Kurd Ahmet derbirî ku gelê Kurdistanê di serdemek girîng û krîtîk de derbas dibe û divê divê serdemê de Kurd firsenda ketiye destê wan divê baş bikarbînin û wiha axaftina xwe bi dawî anî: "Em di serdemek girîng û krîtîk re derbas dibin, her demê serdemên wiha girîng bi dest nakeve. Îro Kurd li seranserî cîhanê tên naskirin û pêşentiyê dikin. Eger ev firsen baş neyê nirxandin, hemû destketiyên Kurdan wê rastî êrîşê bê û li ser axa Kurdistanê dê rûdawên wezin pêk were. Heger ev firsen baş bê nirxadin û yekitiya Kurdan were avakirin wê deskeftiyên hene berfireh bibin û dê ji bo Kurdan bibe serdemek nû."