Tora çeteyên ku êşkence li penaberan kirî derket holê

Endamên şebekeyê ku komek penaberên ku dixwestin ji Îranê derbasî Tirkiyeyê bibin êşkence dikirin, bi piştgiriya leşkeran li gundên ser sînor her cure karên neqanûnî dikin. Nav û wêneyên van çeteyên ku êşkence li penaberan dikirin hatin eşkerekirin.

Di dîmenên ku derketine holê de komek penaberên Efganî yên ku dixwestin ji Îranê derbasî Tirkiyeyê bibin, li ser sînorê Îran û Tirkiyeyê ji aliyê qaçaxçiyên mirovan ve hatin êşkencekirin; Qaçaxçiyên mirovan destpêkê komek ciwanên ku li ser sînorê Îran-Tirkiyeyê girtin di bin zinarekî de li ser hevûdu kom dikin û piştre jî bi danîna tehtan li ser bedena penaberan, wan dixin rewşekê ku nekaribin bêhnê bistînin.

Piştî vê êşkenceyê qaçaxçiyên mirovan wêneyan ji malbatên penaberan re dişînin û 10 hezar dolar fidye dixwazin.

Di dîmenên ku ji malbatan re hatine şandin de, qaçaxçiyan guhê penaberekî ku destên wî ji pişt ve girêdayî ne, bi kêrê jê dikin.

BI LEŞKERÊN LI SER SÎNOR RE DIXEBITIN

Şebekeya ku ev êşkence pêk anî, li gundê Belecûkê yê girêdayî bajarê Xoy ê Îranê dixebite. Heman şebek ku li ser sînorê Sarayê ya girêdayî Tirkiyeyê kiryarên xwe didomînin, li gel leşkerên her du aliyên Tirk û Îranê tevdigerin.

Endamên şebekeyê ku di berdêla kiryarên xwe yên nemirovane de pereyên mezin qezenc dikin, jiyaneke luks dijîn. Endamên torê berdewam jiyana xwe ya luks li ser hesabên medyaya dîjîtal parve dikin.

MALBATA KU JI PIYÊN XWE HATIYE ZINCÎRKIRIN LI BENDA RIZGARKIRINÊ YE

Li gorî agahiyên ku ANF'ê bi dest xistine, kesê Îranî yê bi navê Şalo Teymûrî serkêşiya şebekeyê dike. Navên çeteyên din ên aktîf yên şebekeyê kesên bi navê Pêjman Teymurî û Welat in.

Di wêneyan de malbateke di destê şebekeya ku bi leşkerên li aliyê Tirk û Îranê re tevdigere, li benda rizgarkirinê ye.

Endamên malbatê ku hat hînbûn Efganî ne, ji lingên xwe bi zinaran ve hatine girêdan, li benda rizgarkirinê ne. Malbata Efganî li gundê Belecûkê dîl tê girtin. Di wêneyên gihîştinî ber dest de xuya dibe ku di malbatê de 3 zarok hene.