Topbarana li ser Efrînê dewam dike

Artêşa Tirk a dagirker ji Kelahe Semanê ya Efrînê bi topan êrîşî girên li herêma Cindirêsê û navçeya Şerawa kir.

Hat ragihandin, topên artêşa Tirk a dagirker li girên Bedirxan, Banî, Bextiyar, Başûr, Batman, Destan, Şehîd Demhat û Devremê ketin.

Heman wextê bi doçkayan êrîş li Girê Hozan hate kirin. Şervanên YPG û YPJ'ê jî bersiv dan êrîşan.

Li gorî agahiyan, şervanên YPG û YPJ'ê liv û tevgera çeteyan a li pêşberî Girê Batmanê kontrol kirin û bi sûîqestan li hedefên çeteyan xistin. Li ser hejmara kuştî û birîndarên çeteyan agahiyeke zelal bi dest neketin.

Artêşa Tirk a dagirker her wiha ji herêma Ezazê jî êrîşî gundên navçeya Şera kir. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, gelek top li qadên Dîkmedaş, Qestel Cindo, Beyloniye û Eyn Deqnê ketine. Artêşa dagirker her wiha bi top û fuzeyan êrîş bir ser gundên Malikiya û Şewarxa yên navçeya Şerayê. Di vê êrîşê de zarokekî 6 salî birÎndar bû.

Artêşa Tirk a dagirker, ji herêma Cindirêsê heta navçeya Şera û herêma Raco li seranserê sînor bi hawan û obusan êrîş kir. Her wiha top li gundê Şêx Xorze yê navçeya Bilbilê ket.

Artêşa Tirk û çeteyên wê yên Şehba dagir kirine, ji bajarokê Marî top avêtin gundên Şêx Îsa, Hesya, Semoqa û Til Cîcanê û Bendava Şehbayê. Şervanan jî bersiva êrîşan dan.