TJK-E di salvegera şoreşa Rojava de ji bo çalakiyên global bang kir

Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) bi wesîleya salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê ya Rojava, ji bo çalakiyên di asta navneteweyî de bên lidarxistin banga tevlîbûnê kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya TJK-E'yê de hate gotin, "Em salvegera şoreşa Rojava ku 19'ê Tîrmeha 2012'an dest pê kir, pîroz dikin. Şoreşa Rojava ku bi pêşengiya jinê dest pê kir û bi berxwedana mezin a gelan nîşan da ku jiyaneke nû pêkan e, ji niha ve mohra xwe li sedsala 21'ê xistiye."

TJK-E'yê destnîşan kir ku şoreşa Rojava şoreşa jinê ye û hate gotin, "Dewleta TC a faşîst êrişên xwe yên li ser Rojava hîn jî dewam dike. Ev rejîma faşîst ku şoreşa li Rojava li dijî xwe weke gefekê dibîne, êrişên xwe yên namerdane û qirêj bi rengekî bêsînor dimeşîne. Lewma li dijî van êrişên dagirkeriyê wezîfeya civakê ye bi taybetî wezîfeya jinan e ku şoreşa Rojava biparêzin û pêşî li dagirkeriyê bigirin. Ev wezîfe bi qasî nan û avê hêja ye. Divê neyê jibîrkirin, parastina Şoreşa Rojava parastina jiyana wekhev, azad û bi rûmet e."

TJK-E'yê herî dawî bal kişand ser çalakiyên ku di 18-19'ê Tîrmehê de bi pêşengiya platformên enternasyonalîst ji bo parastina şoreşa Rojava li tevahiya dinyayê werin lidarxistin û bang li her kesî ku bi xurtî tevlî van çalakiyan bibin.