'Tirkiye ji teqîna li Efrînê berpirsyar e'
Komîteya Parastinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku ji teqîna roja Sêşemê ya li Efrînê dewleta Tirk berpirsyar e ku di encamê de bi dehan kesî jiyana xwe ji dest dan.
Komîteya Parastinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku ji teqîna roja Sêşemê ya li Efrînê dewleta Tirk berpirsyar e ku di encamê de bi dehan kesî jiyana xwe ji dest dan.
Komîteya Parastinê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) enerjiya xwe hemû dide têkoşîna li dijî vîrûsa koronayê û li gorî bangên navneteweyî yên ji bo agirbestê tevdigere.
Komîteyê ragihand ku dewleta Tirk dixwaze şewba vîrûsa koronayê ji bo xwe bike firsend û diyar kir, "Em komkujiyên li dijî sivîlan şermezar dikin. Êrişên balafiran ên li ser Kokbanê, topbarana li dijî Şehbayê, bûyerên talan û diziyê yên li Efrînê û hewldanên ji bo guhertina demografiya herêmê şermezar dikin. Em bang li civaka navneteweyî dikin ku di vê mijarê de bi berpirsyariya xwe rabe."
Komîteyê destnîşan kir ku dewleta Tirk û çeteyên wan paşeroja Sûriyeyê dixin metirsiyê û diyar kir, "Hebûna Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê ji bilî gefxwarina li ewlekariyê bi kêrî tiştekî nayê. Ji ber vê yekê hemû hêzên têkildarî Sûriyeyê dixebitin divê vê rastiya dewleta Tirk bibînin û li gorî wê helwestê nîşan bidin."