Tirkiye di bikaranîna avê ya weke çekê de bi israr e

Turkiye Ava Firat û Stasyona Elok li dijî yên li herêmên Rêveberiya Xweser dijîn weke amûreke şer bikar tîne.

Tirkiye Çemê Firat û Stastoya Avê ya Elok ku li Serêkaniyê dagirkiriye li dijî yên li herêmên Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke çeka şer bikar tîne. Tevî protokola di navbera Sûriye û Tirkiye ya sala 1987-1988’an rêjeya Ava Fratê li ser gelê herêmê gihandiye asta xeteriyê bi xwe re bîne kêm kiriye.

Tevî nexweşiya şewba vîrûsa Koronayê jî ava ku ji Stasyona Elok a Serêkaniyê ji bo 1 milyon û 200 hezar nifûsa Serêkaniyê û derdorî wê dihate şandin, ji 13’ê Tebaxa 2020’ê û vir ve hatiye sekinadin. Nesaxim bajarê Hesekê di nava herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de cihê herî germ e, dîsa yek ji cihê herî zêde kes bi şewba Koronayê ketiye jî.

Cara yekê 9’ê Cotmeha 2019’an dema pêvajoya Serêkaniyê dewleta Tirk ji bo 45 rojan av li ser Hesekê qutkiribû. Heta niha dewleta Tirk 8 caran av li ser Hesekê qût kiriye. Tirkiye 13’ê Tebaxa 2020’ê av qût kir û 27’ê Tebaxê û vir ve rêjeya avê daxist astekî welê ku gel nikarin pêwîstiyên xwe pêşwazî bikin, bi vê dixwaze pêşiya nerazîbûnên navneteweyî bigire.

STASYONA ELOK

Stasyona Elokê di demê rêveberiya rejîma Baasê de li Gundê Elokê yê Serêkaniyê bi kolandina nêzî 30 bîrên mezin Stasyona Avê ya Elok hate avakirin û pêwîstiyên avê yên Serêkaniyê û gundên derdorî wê pêşwazî dikir. Dema Şoreşa Rojava destpê kir bi qûtkirina avê Çemê Xabûr a ji aliyê dewleta Tirk ve, Meclîsa Gel a Rojava sala 2013’an ji vê stasyonê av gihande Til Temir û navenda bajarê Hesekê. Piştî rizgarkirina Şedadê ya sala 2016’an pêwîstiyên xwe yên avê ji Elokê digirin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di navbera sala 2019-2020’ê ji Til Temir û gundên wê yên girêdayî Kantona Hesekê, bigire heta navenda Hesekê û gundên derdorî wê, Şedadê, Kampên Hol, Waşokanî û Erîşa bi giştî 3 milyon penaberên heyî pêwîstiyên xwe yên avê ji vê stasyonê digirin.Li gorî daneyên Midûryeta Avê ya Hesekê li van herêman nêzî 1 milyon û 200 hezar kes dijîn.

Ava vê herêmê ji 13’ê Tebaxê heta 27’ê Tebaxê hate birîn, piştre jî 27’ê Tebaxê rêjeyek kêm av hate berdan. Hiştina kêm a berdana avê jî ji ber nerazîbûnan e, dibe her kêlî ya heyî jî bê qûtkirin.

Hevseroka Midûryeta Karên Avê ya Hesekê Sozdar Ehmed diyar kir ku beriya dagirkirina Serêkaniyê Hesekê li ser sê herêman hatibû cudakirin û her 3-4 rojan av digihandin welatiyan. Ehmed destnîşan kir ku piştî Tirkiye dest danî ser Stasyona Elokê Hesekê li ser 5 herêman cuda kir û got: “Ji bo her herêmekê 6-7 rojan carekî dikarin avê bigihînin. Di demê dawî de av pir kêm tê beran ji bo wê her 10 rojan carekî av dikarin belav bikin. Ji Kantona Qamişlo û bi alîkariya hinek saziyên alîkarî yên navneteweyî dikarin ji herêmên cuda avê bi tankeran bikişînin, lê ev jî têrê nake.

Berî 2 rojan av dîsa berda lê têra pêwîstiyên gel nake.

ALTERNATÎF JÎ TÊRÊ NAKIN…

Midûryeta Avê ya Hesekê ji bo rewşa heyî hinek din siviktir bibe projeyên avê pêş xistin. 11 kêlometre ji Hesekê dûr 50 bîrên avê hatin kolandin û ji meha Tebaxê ve av ji bo beşeke ya Hesekê tên şandin. Sozdar Ehmed anî ziman ku ev bîr nikare pêwîstiyên 1 milyon û 200 hezar kesî pêşwazî bike û got: “Ava ji 50 bîrên ku me kolayî, me karî bigihînin Hesekê. Lê ev tenê pêwîstiyên lezgîn pêşwazî dike. Kûrahiya bîran 100 metreye 24 saetan kar bike 20 metrekare av tê derxistin. Ji bo gel pêwîstiyên xwe bicih bîne pêwîstî bi 80 hezar metrekare av heye. Berî ku Elok bikeve destê dagirkerên Tirk jî pêwîstiyên gel bi qasî pêwîst nedihate pêşwazîkirin.

PROTKOLÊN HATIN ÎMZEKIRIN TÊN BINPÊKIRIN

Di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de li ser mijara Çemê Firat sala 1987’an de protokolek hate îmzekirin. Li gorî vê protokolê ava ku ji Çemê Firat ji bo Sûriyeyê bê şandin wê di saniyeyê de 500 metrekare av bê şandin.Ev ava ji bo Sûriyeyê dihate şandin wê hikûmetê ji bo çandinî û hilberandina elektirîkê bikar bianîba. Ya mayî jî wê ji bo axa Iraqê bihata şandin. Li gorî potokola sala 1988’an di navbera Sûriye û Iraqê de jî hate îmzekirin, wê Sûriye ji sedî 58’ê avê bide Iraqê. Piştre her çendî Sûriye û Iraq daxwaza 700 metrekare av kiribe jî Tirkiye ev yek qebûl nekir.

Piştî ku QSD gelek dever ji DAÎŞ’ê rizgar kir Tirkiye protokola 1978’an binpê kir, bi avê ya ku çavkaniya jiyan û tenduristiyê ya gelê herêmê ye tehdîd li gel kir.Tirkiye meha Gulan-Hezîrana 2014’an av qut kir. Dema QSD Sibata 2017’an ji bo azadkirina Reqa dest bi operasyonê jî kir, leza avê kêm kir.

Tirkiye piştî rizgarkirina Tebq û Reqa dîsa bendavên li herêmê ji destê DAÎŞ’ê hatin rizgarkirin û şûnde hê demdirêjtir rêjeya avê kêm kir. Tirkiye ya ku 2018’an dem dirêj av qût kir, dem dem carekî av 1-2 mehan qût kir û piştre di carekê de berda û bû sedemê ziyan bigihêje zeviyên çandiniyê.

BANDORA QUTKIRINA AVÊ

Beşek mezin a herêmên Rêveberiya xweser pêwîstiyên xwe yên ava vexwarin û jiyanê ji Çemê Firat a nêzî 600 kêlometre di nava xaka Sûriyeyê de diherike digire. Li deverên ava lê diherike çandinî û masîvanî tê kirin. Bi qûtkirina avê re li deverê qirêjî zêdetir bû. Ev jî tenduristiya gel bandor dike. Di vê pêvajoyê de li ser gelek zarokan nexweşiyên veguhezîn peyda bûn.

Li gorî daneyên komîteya çandiniyê ya Herêma Firatê, 400 hezar zevî, baxçe, bostan bi Çemê Firatê dihate avdan, bi kêmbûna avê re ziyan gihişte çandiniyê jî.

JI BER KÊMBÛNA AVÊ ELEKTIRÎK JÎ KÊM TÊ HILBERÎN

Ji Bendava Tişrîn a ku niha xwedî kapasîteyeke ya 630 MW elektirîkê ye, Bendava Firat 420 MW elektirîk û Bendava Azadî ya 315 MW elektirîk tê hilberandin. Ji van bendavan elektirîka tê hilberandin ji bo herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê şandin. Bi qûtkirina avê re dayîna elektirîkê ya ji bo herêmên werza Havînê germtire kêmtir dibe.

Berpirsê Bendavên Rêveberiya Xweser Mûhammed Terbûş got: “Niha di saneyeyê de 150 metrekara av tê. Niha hinek baş e, lê têrê nake. Di vê pêvajoyê de me ji depoyên xwe av bikar anî. Bi asayî rojê 10-12 saet elektirîk dihate dayîn, lê bi kêmbûna avê re ev gihişte 4-5 saetan.

Ti wateyek nayê dayîna kêmkirina avê ya ji aliyê Tirkiyeyê ve. Bi temamî weke amûreke şer bikar tîne. Niha li ser Çemê Firat 5 bendavên Tirkiyeyê hene. Ji van Bendava Ataturk a herî mezin e, 90 hezar metrekare av depo dike.”

HEVDÎTIN BI RÛSYA, DYE Û KOALÎSYONÊ RE HATIN KIRIN

Hevseroka Şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Medya Bozan têkildarî bikaranîna avê ya Tirkiye weke çekê bi DYE, Rûsya û Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li Dijî DAÎŞ’ê re civiyane. Bozan anî ziman ku her çendî muxateban anî ziman ku wê li ser mijarê rawestin lê ti guhertinek di helwesta Tirkiyeyê de pêk nehatiye.

Piştî qutkirina ava Stasyona Avê ya Elok a ji aliyê dewleta Tirk ve Xaça Sor a Navneteweyî, UNÎCEF û gelek saziyên navneteweyî daxuyanî dan û bal kişandin ser bêaviya li Hesekê. Saziyan daxwaz kir ku Tirkiye dawî li vê helwesta xwe bîne. 24’ê Tebaxê rêveberiya Şam a li ber vê yekê bêdeng bû piştî rêveberiya Xweser av ji 50 bîrên kolabûn gihand Hesekê bi daxuyaniyekê şermezarkirina helwesta dewleta Tirk bal kişand.

Bozan got: “Ji bo Hesekê, Til Temir û Şedadê pêwîstiyên avê bên pêşwazîkirin, li Hesekê projeyên me yên din ên bîran hene. Dîsa li ser çemê Xabûr projeyên me hene. Li Xabûr ji ber zivistan û dema baran bê av heye. Bi pêkanîna van projeyan em dixwazin Hesekê nefesek hilde. Lê tevî ev hemû jî bên kirin wê dîsa pêwîstiyên gel pêşwazî neke.

Bozan bal kişand ku qûtkirina avê şerê taybet e û got. “Bi jiyana gelê herêmê dilîze. Hema bêje 24 saetan elektirîk didin çeteyên li Girê Spî û Serêkaniyê.”

Alîkarê Kordînatorê Alîkariyên Mirovî ya Herêmî ya Neteweyên Yekbûyî di rûniştina roja Pêncşemê ya li ser rewşa mirovî ya li Sûriyeyê ya Konseya Ewlekariya NY’yê Ramesh Rajasîngham qûtkirina avê ya ji aliyê dewleta Tirk ve kiribû rojev.Rajasîngham diyar kir ku di nava salê de herî kêm 13 carî av hatiye qûtikin û got: “Ji ber qûtkirin û kêmkirina avê, av nagihêje Hesekê. Ji bo pêwîstiyên avê yên welatiyan hevkarên alîkariyên mirovî rojê nêzî 2 hezar û 500 metrekare av digihîne gel. Lê ev têrê nake.

Nûnerê Herdemî yê NY’yê Sûriyeyê Beşşar Caferî ji qûtkirina avê Tirkiye berpirs girt. Ji ber çeteyên ku ava stasyona Elok zêdetirî 16 carî qût kirine, bi qasî pêwîst av nagihêje milyonan mirovên li Hesekê û derdorî wê dijîn.

Nûnerê Herdemî yê NY’yê Tirkiye Sînîrlîgolgû jî qûtkirina avê ya ji aliyê Tirkiyeyê ve înkar kir. Sînîrlîgolû destnîşan kir ku Elok bi elektirîka ji Bendava Tişrîn a di bin kontrola Rêveberiya Xweser de ye tê kar dike, elektirîka Elokê ji Mijdara 2019’ê û vir ve bi rêkûpêk û zanabûn tê birîn. Sînîrlîoglû îdîa kir ku piştî hewldanên Tirkiye ku elektîrk da Elokê ji tesîstên avê av hatin derxistin. Sînîrlîoglû got: “Ji bo av tam bigihêje Hesekê û elektirîk bê temînkirin em amade ne ji bo çereseriyeke mayînde li gel NY’yê kar bikin.”