'Tevgera Azadiyê ji gelan re bû hêvî'

Gelên Kurd, Ereb, Suryanî û Ermen ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kirin ku Tevgera Azadiyê gel hemû hembêz kir û bû hêvî.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di navbera salên 1979-1999'an de li Sûriyeyê ma. Gelên herêmê dibêjin ku di wê pêvajoyê de bingeha Şoreşa Rojava hate danîn û destnîşan dikin ku Tevgera Azadiyê bi Şoreşa Rojava re li cîhanê belav bûye.

Kurê Fatma Hesen El Casim di rizgarkirina Şedadê û hevserê wê jî li Til Berakê şehîd bûn.

Fatma Hesen El Casim ku li Şamê dimîne, piştî demekê li Qamişloyê bi cih dibe û dibihîze ku Tevgera Apoyî gel û xakê diparêze.

Fatma Hesen El Casim diyar kir ku kur û hevserê wê bi bandora vê rewşê tevî nava Tevgera Apoyî bûn. Fatma Hesen El Casim piştî şehadeta kur û hevserê wê, tevlî nava karên PYD'ê bû.

Fatma Hesen El Casim got, "Piştî ku tevlî nava PYD'ê bûm min baweriya xwe bi wê yekê anî ku projeya Neteweya Demokratîk û biratiya gelan a Tevgera Apoyî fikrekî çiqasî bi bandor e. Di pêvajoya rejîmê de diyaloga me bi gelê Kurd re tune bû. Gelan ji bo parastina xaka xwe mil bi mil şer kirin."

Fatma Hesen El Casim ragihand ku ew ji felsefeya Rêber Abdullah Ocalan gelek tişt hîn bûye û got, "Rêber Apo kir, ku em azadiya jinê û îradeya xwe bi dest bixin. Ji ber vê yekê dewleta Tirk çiqasî hewl bide jî wê nikaribe êdî gelan ji hev qut bike."

'BI SAYA RÊBER APO'

Fatma Hesen El Casim got, "Weke jineke Ereb piştî ku min fikrê Rêber Ocalan nas kir, min fêhm kir ku azadî tê çi wateyê. Gihîştim mafê xwe. Niha di nava sîstema hevserokatiyê de me. Jin li qadên leşkerî, aborî û civakî, li her qada civakê cih digirin û ev yek jî bi saya Rêber Abdullah Ocalan bû."

'ŞEHADETA WÎ, KIR KU GIRÊDAN XURTIR BIBE'

Yakûp Davût ê Suryanî bi Şoreşa Rojava re Tevgera Azadiyê nas kir. Du kurên Yakûp Davût di nava Meclîsa Leşkerî ya Suryanî de cih girtin. Ji kurên wî Gabî Davût sala 2017'an li ser rêya Reqayê şehîd bû. Yakûp Davût diyar kir ku piştî şehadeta kurê wî girêdana wan a bi Tevgera Azadiyê re xurtir bû û got, "Piştî ku kurê min Gabî şehîd bû tevlî karên Meclîsa Xerbî bûm. Piştî Şoreşa Rojava Kurdan, Ereb û Suryaniyan yekîtiya xwe ava kirin. Berê jî li çiyê zarokên me yên Suryanî şehîd bûn. Beriya şoreşê bi gelê Kurd re di gelek mijaran de parvekirinên me hebûn, têkiliyên me yên cîrantir xurt bûn. Niha piraniya Kurd, Ereb ên li gundê me bi Suryanî jî dikarin biaxivin."

'DI HEMAN DEMÊ DE EV ŞOREŞA SURYANIYAN E'

Yakûp Davût ragihand ku weke Suryaniyekî gelekî bi wate ye ku tevlî Şoreşa Rojava bûne û got, "Eger Şoreşa Rojava pêk nehatibûya niha gelê Suryanî tune bûya. Çeteyên DAÎŞ'ê û Cephet El Nûsra wê ji zûdeyî gelê Suryanî qetil bikira. Bi şoreşê re cudahiya navbera Kurd, Ereb û Suryaniyan ji holê rabû. Gel di nava şert û mercên wekhev de jiyana xwe dewam dike. Piştî şoreşê gelê Suryanî komun, meclîsên xwe bi rêxistin kir. Li gorî pêwîstiya gelê Suryanî mîna gelên din derfetên rêxistinbûnê bi dest xist. Ev şoreş di heman demê de şoreşa me ye."

'PKK NETEWEYAN HEMBÊZ DIKE'

Kadriye Abdulkadîr, ku Tevgera Azadiyê di sala 1985'an de nas kir, Kurdeke. Bi rêya PKK'iyên hatin mala wê pirtûkên Abdullah Ocalan bi dest xist. Kadriye Abdulkadîr bi rêya van pirtûkan fikrên Abdullah Ocalan nas kir û got, "PKK partiyeke demokratîk û mirovî bû. Netewe hemû hembêz dikir."

Kadriye Abdulkadîr diyar kir ku bi pêkhatina Şoreşa Rojava re sala 2011'an wê Şehîd Levent û Serhed nas kir û got, "Heval Levent û Serhed timî dihatin mala me, kurê min gelekî bi heval Serhed û Levent ve girêdayî bû. Gelekî ji wan bi bandor bûbû. Piştî ku herdu heval şehîd bûn, kurê min Mûhammed li Şehîdgeha Şehîd Delîl Saroxan biryar da ku tevlî nava Tevgera Azadiyê bibe."

'HER KESÎ XWE NAS KIR'

Arev Kasabîan ku Ermen e, diyar kir ku bi Tevgera Azadiyê û Şoreşa Rojava re wan wateya azadiyê fêhm kirine û got, "Her kesî xwe nas kir, fêhm kir ku çawa dikare mafê xwe biparêze û bûn xwedî rêya serketinê. Dema ku Rêber Abdullah Ocalan li Sûriyeyê bû, kar bi hêsanî nedihate meşandin, kar hemû bi rengekî veşartî dihate meşandin. Zexta rejîmê gelekî zêde bû. Mirov neçar diman ku belgeyên dixwendin bişewitînin yan jî veşêrin. Bi Şoreşa Sûriyeyê re gel tirs têk bir, şoreşê hêz da gelan. Şoreş jî fikir û şoreşa Rêber Apo ye. Gelê Ermen xwe weke parçeyek ji projeya Neteweya Demokratîk dibîne. Felsefeya Abdullah Ocalan ji bo me esas e."