TEV-DEM: Têkoşîn wê bidome

TEV-DEM a têkildarî bidawîkirina çeteyên DAÎŞ’ê  a li Bakurê Sûriye û Rojava ya ji aliyê QSD’ê ve daxuyaniyek da, ragihand ku wê têkoşîna azadiya Kurdistan, Sûriyeya Demokratîk û Rojhilata Navîn a demokratîk bidome.

Koordînasyona TEV-DEM’ê li ser  Pêngva Bagera Cizîrê ya bidawîanîna çeteyên DAÎŞ’ê ya ji aliyê QSD’ê ve ya li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

“Dijminê mirovahiyê DAÎŞ a ku ev bi salan e kirine belaya serê gelên Sûriye, Iraq, Rojhilata Navîn û cîhanê, li Sûriyê ku herî zêde li vê derê bi hêz bû, ji aliyê gelên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, Tirkmen û Çeçen ve hatiye têkbirin. Em şehîdên xwe yên ku di têkbirina DAÎŞ’ê de diyarker bûn, bi rêzdarî bi bîr tînin, ji xaziyên xwe re ji bo têkoşîna wan a ji niha û pê de, serkeftinê dixwazin.

Di têkbirina DAÎŞ’ê ya li cihê ku herî zêde bi hêz bû de, tevkariya hemû gelên cîhanê û hêzên demokrasiyê heye, lê Kurd, Ereb û Suryanan di refên pêşiyê yên vê têkoşînê de cih girtiye û bedelên mezin dane. Di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de 8 hezar û 500 Kurd, ji 2 hezarî zêdetir Ereb, bi sedan Suryan û bi sedan enternasyonalîstên ji çar aliyên cîhanê hatine, şehîd bûne. Dîsa herî kêm du qatên vê hejmarê jî bûne xaziyên vê têkoşînê. Vê têkoşîna hevpar a gelan, di heman demê xeta siyasî û bîrdozî ya vê têkoşînê û sîstema demokratîk de ku wê pêk were, zelal kiriye.

DAÎŞ a ji pirsgirêkên ku hêzên derve û hêzên destpotîk ên herêmê bi taybetî di sedsalên 19 û 20’an de li Rojhilata Navîn afirandine, xwedî bûye. Bawerî û çandên gelan jî şixulandine û xwestiye dîktatoriyeke faşîst ku kombûna hemû pergalên pêkutî û zilmê yên di nava dîrokê de, ava bike.

Hêzên demokrasî û azadiyê yên bi pêşengiya Kurdan li dijî DAÎŞ’ê tê dikoşin jî, hedef kirine ku pirsgirêkên bi hezaran salan û sed salên dawîn li Rojhilata Navîn afirandine, çareser bikin û li Rojhilata Navîn Sûriyeyeke demokratîk, Rojhilata Navîn a demokratîk a girêdayî neteweya demokratîk biafirînin.

Li dijî DAÎŞ’ê her çi qasî şerekî ku bi hezaran şehîd tê de hatine dayîn, tê meşandin jî di rastiyê de tişta ku DAIŞ têk biriye, bîrdoziya demokratîk û civakparêz, piştevaniya gelên herêm û cîhanê û nirxên moralê yên ku vê yekê afirandine. Delîla herî şênber a vê yekê jî ew e ku 12 gerîlayan li Şengalê DAÎŞ rawestand û pêşiya qirkirinekê girt. Di serî de Kurdan, gelên Ereb û Suryan bi xeta neteweya demokratîk, sîstema konfederaliya demokratîk a girêdayî civaka demokratîk û birêxistinkirî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, DAÎŞ têk biriye. Tişta ku berxwedana çekdarî biriye serkeftinê, ev xeta bîrdozî-polîtîk e.

DAÎŞ’ê êrîşî Kurdan û gelên herêmê kiribe jî, bêguman ew wek çeteyên çekdar ku dijminahiya mirovahiyê dikin, derketiye holê. Xwestiye ku bi komkujî, tirsandin û zilmê hemû gelên Rojhilata. Navîn û cîhanê teslîm bigire. Gelên cîhanê ku ev yek dît, bi armanca piştevaniya Kurdên ku li Iraqê li Şengal, Mexmûr û Kerkûkê, li Sûriyê jî li Kobanê û tevahiya Bakurê Sûriyê li dijî DAÎŞ’ê berxwedan nîşan didan, 1’ê Mijdarê wek Roja Kobanê ya Cîhanê îlan kiriye û li her derê rabûye ser pêyan. Gelên Bakurê Kurdistan û tevahiya Tirkiyeyê jî, bi serhildanên li sînorê Pirsûsê û 6, 7, 8’ê Cotmehê re li dijî DAÎŞ’ê bûne destekvan û çavkaniya hêzê ya herî mezin.

Koalîsyona ku piştî DAÎŞ a ji bo tevahiya mirovahiyê bû talûke, hatiye avakirin, li beramberî desteka gelên cîhanê ya ji bo berxwedana li Kobanê, ew jî bi êrîşên hewayî re bûye parçeyek vê berxwedanê. Hêzên koalîsyonê bi vî rengî li dijî DAÎŞ’ê rol lîstiye. Eger gel û şervanên di çarçoveya bîrdoziyek mezin û xetek siyasî ya bihêz de têdikoşin nebûna, çekên Koalîsyona Dijî DAÎŞ’ê ku 40 welatan ava kiriye, çiqas bihêz bûna jî, nedikarîn encam bigirin. Jixwe hemû hêzên koalîsyonê ji ber vê yekê spasiya gelên Kurd, Ereb û Suryanî û QSD’ê kirin. DAÎŞ’a ku li sere cîhanê bûye bela, di encama bedelên mezin ên van hêzên şoreşger û demokratîk dane de, di demeke kurt de hatiye bêbandorkirin.

Di nava têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de, di serî de li Rojavayê Kurdistan, Bakurê Sûriyê, tevahiya Sûriyê û Rojhilata Navîn hîmê sîstemeke demokratîk hatiye avêtin. Li Rojhilata Navîn cara yekem di vê astê de yekitiya hestan a gelan hatiye pêkanîn, xwîna wan tev li hev û du bûye. Gel û baweriyên cuda bi têkoşîneke hevpar sîstemeke demokratîk afirand û li Rojhilata Navîn rê û modela aştî, aramî, demokrasî û azadiyê nîşan daye.

Ji çar aliyên cîhanê ji welatên cuda bi sedan, heta bi hezaran enternasyonalîst ji bo ku sîstema demokratîk û azadîxwaz a li Rojava û Bakurê Sûriyê biparêzin hatine, şehît bûne û birîndar bûne. Ev nirxên hanê wê ji niha û pê ve jî, wekî kevirên bingehîn ên têkoşîn û sîstema me ya azadîxwaz û demokratîk, hebûna xwe bidomînin. Wê hêviyên wan di Kurdistana Azad, Sûriya Demokratîk û Rojhilata Navîn a Demokratîk de bidin jiyandin.

Di têkbirina DAÎŞ’ê de, we bedela herî mezin da û di vê serkeftinê de rola diyarker lîstiye. Ji ber vê yekê, pîrozkirina serkeftina li dijî DAÎŞ’ê, herî zêde jî mafê we ye. Serkeftina ku li dijî DAÎŞ’ê hatiye bidestxistin, divê li her derekê were pîrozkirin. Divê bi dengekî bilind bê gotin ku wê li dijî her hêzeke êrîşkar têkoşîna ji bo Bakûrê Sûriye, Rojavayê Kurdistanê ya xweser û azad û Sûriya demokratîk ku hêviya şehîdên me ye, were meşandin.”