TEV-DEM: Li Şengalê li her qadê xweparastin hewce ye

TEV-DEM'ê qirkirina Êzîdiyan a 2014'an ku bi destê DAÎŞ’ê pêk hatî, wekî berdewamiya êrîşên dewleta Tirk nirxand. TEV-DEM’ê bal kişande ser girîngiya xweparastinê û derxistina dewleta Tirk a ji Efrînê.

Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) têkildarî salvegera 4'emîn a qirkirina Êzidiyan daxuyanî da.

Daxuyaniya Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê wiha ye;

"Qirkirina Şengalê xaleke reş li eniyê mirovahî û tevahî cîhanê ye. Bûyerên ku li Şengalê rû da berdewama xeta dewleta Tirk a li dijî gelê me ye. Kiryarên ku li Efrînê pêk hatin, komkujiyên li Şengal, Til Eran û Til Hasilê, her wiha êrîşên li ser Kobanê berdewama van komkujiyan e.

3`yê Tebaxê salvegera 4'emîn a Qirkirina Êzidiyan e ku çeteyên DAIŞ'ê yên ku desteka xwe ji aliyên navdewletî digirin xwestin bi vê qirkirinê gelê Kurd ê sivîl ê ji baweriya Êzidiyan tune bikin û naxwazin ku hêviyên Kurd bi cih werin.

Di merheleya li pêş de ji me tê xwestin ku em xwe di her aliyan de pêş bixînin û xweparastin û rêbazê xweparastinê li Şengalê xurt bikin. Dijminên me hê jî li rêbazên komkujiyan digerin. Ji lewra pêwîst e ku projeyên pêxistina rêveberiya xweser û xweparastinê pêşkêş bikin.

Mafê gelê me yê Êzidî ye ku xwe li gorî van piransîpan bi rê ve bibe û erka her kesî ye ku destekê bide.

Em Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê hemû mirovên ku di Fermana 3'yê Tebaxê li Şengalê şehîd bûne bi bîr tînin û hêzên berxwedêr YPG, YPJ û HPG'ê yên ku parastin kirin û banga gelê me yê Şengalê bi cih anîn silav dikin. Di vê salvegerê de bi êşa li djiî gelê me yê Şengalê pêk hatî, em bang li civaka me yê Şengalê dikin ku bi xurtahî xwe bi rêxistin bikin. Em piştgiriya civaka me yên Êzidî dikin ku rêveberî û biryara xwe ya xweser ava bikin.

Serkeftinên ku QSD'ê li djiî terorê bi dest xistine, serkeftina tevahî gelan e, her wiha serkeftina gelê me yê Êzidî, jin, zarok ên ku hatine revandin e. Erka tevahî cîhanê ye ku li dijî terorê bixebite û wê ji kokê rake û sînorekî ji qirkirinê re deynin. Di serî de divê xebata derxistina dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê ji Efrînê girîng e. hebûna Tirkiyê li Efrînê binpêkirinên pîvanên navdewletî ye û pêşxistina projeya terorê li Sûriyeyê. Yên ku Efrînê dagirkerin heman kesên ku êrîşî Şengalê kirin û komkujî pêk anîn."