TEV-DEM'ê ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang kir

TEV-DEM'ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang li rêxistinên hiqûq, azadî û demokrasiyê kir.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) têkildarî komploya 9'ê Cotmehê ya navneteweyî ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "26 sal berê herêm ber bi çareseriyên aştiyane û demokrasiyê ve diçû. Însiyatîfên agirbestê yên li ser hev ên Rêber Abdullah Ocalan nîşaneya destpêkirina proseya aştiyan bûn û armanc jê bidawîkirina şerê li Tirkiyeyê û veguherandina wê bo dewleteke nimûne ya demokratîk li herêmê bû. Lê mixabin, dewleta Tirk veguherî amûreke lîstoka siyasî ya qirêj û ket xefka komploya navneteweyî ya ku hemû nirxên exlaqê û demokrasiyê binpê kirin û hemû qanûnên navneteweyî derbas kirin. Armanc tunekirina gelê Kurd û rêgirtina li çareseriya demokratîk û aştiyan bû."

Di daxuyaniyê de bal berxwedana 25 salan a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, kiryarên dewleta Tirk a dagirker û cezayên wê yên siyasî yên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate bibîrxistin. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ev kiryarên siyasî dijberî hemû hevpeymanên mafên mirovan in û encama bêçaretî û binketina vê hikumeta terorîst û dewletên komploger e, yên ku di pergala tecrîdê de cih digirin. Ew dewlet hê jî bi israr hebûna gelê Kurd ya dîrokî di aliyê hiqûqî û çandî de înkar dikin û dijî wî siyaseta koçberiya bi darê zorê didin meşandin."

Di daxuyaniyê de cih da êriş û sûcên dewleta Tirk a dagirker ên rojane li dijî herêmê, nexasim rûxandina binesaziya herêmê û wekî "sûcekî der mirovî û siyseta ku di çarçoveya tecrîda girankirî de tê kirin" hat hesibandin.

TEV-DEM′ê bang li hemû hêzên siyasî, nîştimanî, rêxistinên civaka sivîl, tevahî pêkhate û beşên civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku ji bo parastina nirxên Rêber Abdullah Ocalan têkoşîn û berxwdanê mezin bikin û hat gotin: “Em vê salê bikin sala hilweşîna faşîzm û tarîtiyê, bikin sala bidawîkirina tecrîdê û destpêkeke nû ber bi azadiya fîzîkî ya Rêbertî ve."

Her wiha bang li rêxistinên hiqûqî, azadîxwaz, demokrasîxwaz û tevgerên şoreşger ên cîhanê jî hat kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan çalakiyên piştevaniyê yên demokratîk li dar bixin û dawî li planên komployê bînin.