TEV-DEM'ê hewldanên ji bo guhertina demografiyê şermezar kir

TEV-DEM'ê hewldanên hikumeta Sûriyeyê yên ji bo guhertina demografiya li Til Eranê şermezar kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Divê zext li hikumeta Sûriyeyê bê kirin."

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) daxuyaniyeke nivîskî weşand û hewldanên hikumeta Sûriyeyê yên ji bo guhertina demografiya li Til Eran û Til Hasilê yên li bakurê Helebê şermezar kir.

Daxuyanî wiha ye:

"Piştî 9 salan ji têkoşîna li Sûriyê tê meşandin, xaka me di gelek qadên civakî, çandî, zanistî, aborî de ji ber hişmendî û siyaseta şovînîst a partiya hakim bi parçebûnê re rû li rû maye û hîn jî li Sûriyê siyaseta înkar û tunekirinê û girêdana bi desthilatê ve tê meşandin."

Rejîma Sûriyê hîn jî li Kurdan dimeyzîne ku nexwediyên Sûriyê ne û berdêl çi be bila bibe divê ji Sûriyê derbikevin, rejîma Sûriyê wekî ku Kurd ji artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê xetertir bin nêz dibe û bi çarenûsa wan dilîze. Li gel vê yekê da ku hebûna gelên Kurd li herêmên cuda tune bike, biryar û qanûnan derdixîne, mînaka vê yekê jî li bajarokên Til Eran û Til Hasilê ku zêdetirî 125 hezar kes lê dijiyan. Piştî ku rejîmê terka parastina wan kir û ji Cibhet El-Nusra re hişt, yekser çeteyên Cebhet El-Nusra û Komên tundrew di demsala havîna 2013`an êrişî van bajarokan kirin. Paşê jî ji aliyê bajarên El-Wahê cihê bicihbûna rejîmê û ji aliyê herêma Sefîra ve derbasî van her du bajarokên bûn, lewma terorîstên El-Nusra komkujî pêk anîn û bi dehan şênî kirin qurban. Her wiha bi dehan sivîl revandin û heta niha çarenûsa wan ne diyar e. Rejîma Sûriyê berpirsa komkujiyê ye ji ber parastina sivîlan nekir û sivîl jî neçar man birevin."

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate destnîşan kir ku îro jî wek dema sedsala derbasbûyî ye an ku dema kembera erebî û hate gotin, "Li ser vî esasî rejîma Sûriyê a şovînîst li dijî gelên Kurd ên li Til Eranê û Til Hasilê hewldana dubarekirina heman sînaryoyê dike. Ji bo vê yekê carê şewba vîrusa Koronayê bi kar tîne. Isbata vê jî ew e ku dibistanên her du bajaran vediguherîne karantînayê. Nexasim qereçiyên ji bajarên di bin seweriya rejîmê de vediguhezîne van her du bajarokan. Armanc ji vê yekê jî ew e ku her du bajarokan vala bikin û yan malbatên şovînîst an jî qereçiyan li van bajarokan bi cih bikin. Heman kiryarên artêşa Tirk a dagirker dema li Efrînê û Serêkaniyê pêk anî, dike. Ji ber vê yekê mirov dikare bibêje ku rejîm bi artêşa Tirk proseya guhartina demografiyê dide meşandin.

Tevî ku cihên qereçiyên li Sûriyê li bejahiyên li naverasta Sûriyê ye û rejîmê dikare wan veguhezîne nêzîktirîn karantîneyên li wê herêmê, bi bikaranîna vîrûsa korona wan dişîne Til Hasil û Til Eranê. Ev jî siyaseteke derexlaqî ye û nirxên mirovahiyê binpê dike.

Em wek Civaka Demokratîk TEV-DEM`ê kiryarên rejîma Sûriyê yên avakirina karantînayan li bajarokê Til Eranê ya bi bajarokê Til Hasilê ve ye şermezar kir. Li gel vê yekê banga sekinandina siyaseta şovînîst a li dijî îradeya gelên Kurd dikin. Ji ber rejîma Sûriyê dikarî karantîna dûrî şêniyan ava bikira. Li gel vê yekê em bang li rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên Neteweyên Yekbûyî dikin ku zextê li rejîma Sûriyê bikin û karantînayên li Til Eranê rakin."