TEV-DEM'ê bêdengiya NY’ê ya Mexmûrê şermezar kir û banga destwerdana lezgîn kir
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) hewldana dorpêçkirina Mexmûrê ya hikûmeta Iraqê û bêdengiya NY’ê şermezar kir û banga destwerdana lezgîn kir.
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) hewldana dorpêçkirina Mexmûrê ya hikûmeta Iraqê û bêdengiya NY’ê şermezar kir û banga destwerdana lezgîn kir.
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) têkildarî hewldanên artêşa Iraqê yên dorpêçkirina Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) daxuyaniyek nivîskî da.
Daxuyaniya TEV-DEM’ê wiha ye:
“Êdî ji her kesî vê eşkere re ye ku hikûmeta Iraqê û PDK`ê xwedî lihevkirinên plankirî û sîstematîk ên bi dewleta Tirk a dagirker re ne û dixwazin siyasetên xwe yên qirêj li dijî gelê me yê Mexmûrê pêk bînin. Xelkê Mexmûrê bi dehan salan li wir e, bêyî alîkariya wan aliyan li dijî DAÎŞ`ê bi lehengî li ber xwe da û fedakariyên mezin da. PDK ku xwe wekî partiyekî Kurdistanî dihesibîne, bac li ser xelkê wargehê ferz dikirin, ew dorpêç dikirin, nedihişt ku bikevin û derkevin û bi vê yekê dixwest wargehê vala bike û xizmeta dewleta Tirk a faşîst bike. Di heman demê de îradeya bi sed hezaran Êzidiyên ji Şengalê yên li kampên penaberan teslîm digirt û hîna jî nahêle ku ew vegerin Şengala azad.
Kurdên li Mexmûr û Şengalê rastî komployeke mezin a artêşa Iraqê tên û wekî êrîşeke çekdarî ji bo şikandina berxwedana gel hat hesibandin.
Êrîşa artêşa Iraqê nakeve xizmeta Iraqiyan û Kurdan, lê belê xizmeta Tirkan û planên wan ên dagirkeriyê dike. Ji ber ku êriş piştî daxuyaniya wezîrê hundirîn ê dewleta Tirk a faşîst ku dê dest deynin ser Heleb, heta Mûsil û Kerkûkê, pêk hat. Ev yek nîşan dide ku pêvajoyeke nû ya şerê qirkirina gelê Kurd dest pê dike. Ev bi hevkariya yekser û eşkere bi PDK`ê re tê kirin, ku di pêkanîna peymana 9`ê Cotmehê ya li dijî îradeya gelên Şengal û Mexmûrê de israr dike. Girtina deriyê Sêmalka jî di heman çarçoveyê de tê, bi vê yekê xizmeta dijmin û dagirkerên Tirk dike, ev jî ne layîqî hewldanên ber bi pêkanîna yekitiya nîştimanî û ne layîqî gelê Kurd ê berxwedêr e.
Em bang li hemû hêzên siyasî, nîştimanî û saziyên civaka sivîl, rewşenbîr, rojnamevan, hunermend û welatparêzan, rêxistinên jin û civakan dikin ku îrade û berxwedana gelê Mexmûrê biparêzin, van komplo û planên li dijî îradeya wan vala derxin, li hember siyaset û planên xiyanetê yên PDK`ê hişyar bin, ya ku bi piştevaniya dewleta Tirk a dagirker sûcên dîrokî dike û guh nade bangawaziyên ji bo dûrketina ji dagirkeriya Tirk. Ev yek jî xeteriyê li ser hemû hêzên siyasî û nîştimanî yên li seranserê Kurdistanê çêdike. Divê gelê me bi hemû derfetên xwe piştgiriyê bide gelê Mexmûrê.
Em bêdengiya rêxistinên NY`yê ya têkildarî kar û barên penaberên li Mexmûrê şermezar dikin û bang dikin ku tavilê destwerdana vê rewşa xeter bike.”