Tabûra Ermenan mezin dibe

Dîkran ku ji Ermenistanê hat Rojava û tevlî yekemîn tabûra Ermenan bû, diyar kir ku wî xwest pêşî li qirkirineke nû ya dewleta Tirk bigire, lewma hat Rojava.

Zarokên gelê Ermen ku pêşiyên wan ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qirkirin, ji bo xurtkirina Şoreşa Rojava û parastina şoreşê ji dewlet û çeteyên Tirk, li Sûriyeyê yekemîn Tabûra Ermenan ava kirin. Tabûra Şehîd Nûbar Ozanyan bi tevlîbûnên nû mezin dibe.

Şervanê Ermen Dîkran ku beriya sê mehan tevlî nava Tabûra Şehîd Nûbar Ozanyan bû ji ANF'ê re axivî. Dîkran diyar kir ku wî her tim dixwest bê Rojava û got, "Beriya sê mehan ez ji Ermenistanê hatim û tevlî yekemîn tabûra Ermenan a li Sûriyeyê bûm. Tabûra Şehîd Nûbar Ozanyan di heman demê de tabûreke ku dîrok, çand û koka Ermenan lêkolîn dike."

Dîkran diyar kir, bihevrebûna Ereb, Kurd, Ermen, gel û baweriyên din li Rojava, bi taybetî jî pêşketina di mafên jinan de bandoreke mezin li wî kirin û got, "Dewleta Tirk dixwaze ya ku berê kiribû dubare bike. Dixwaze bi qirkirina mirovan komkujiyê bike. Divê cîhan ji xwe bipirse 'Dewleta Tirk çima Rojava dagir dike?' Raya giştî ya cîhanê divê li ber dewleta Tirk rabe."

BERXWEDANA LI DIJÎ DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK

Dîkran diyar kir ku Tabûra Şehîd Nûbar Ozanyan li dijî dagirkeriya Tirk bi rengekî bênavber li ber xwe dide û got, "Tabûra me ji bo pêşî li qirkirineke nû bigire ya bi destê dewleta Tirk bê kirin û ji bo parastina yekîtiya gelan dixebite. Em amade ne ku li çar aliyên Sûriye û Rojava li dijî hêzên Tirk ên dagirker şer bikin."

TABÛRA DESTPÊKÊ YA ERMEN

Tabûra Şehîd Nûbar Ozanyan ku yekemîn tabûra Ermenan a li Sûriyeyê ye, di salvegera 104'emîn a Qirkirina Ermenan de di 24'ê Nîsana 2019'an de li Til Temirê ava bû. Tabûra Ermen tevlî berxwedana li Serêkaniyê ya li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bû. Hîn jî li dijî dagirkeran li Til Temirê li ber xwe dide.