Tabûra Ermen du salî ye

Tabûra Ermen a Nûbar Ozanyan, ku di salvegera 104'an a Qirkirina Ermenan de li Sûriyeyê ava bû, kete sala xwe ya 2'emîn. Li gel amadekariya ji bo tûgayê, niha jî karê ji bo meclîsa Ermenan tê kirin.

Tabûra Şehîd Nûbar Ozanyan ku di salvegera 104'an a Qirkirina Ermenan de ava bû, yek ji pêkhateyên çalak ên hêza parastinê û Şoreşa Rojava ye. Ji fermandarên tabûrê Nûbar Melkonyan li ser karê tabûrê û planên têkildarî paşeroja tabûrê ji ANF'ê re axivî.

'GELAN XWE DI NAVA ŞOREŞÊ DE DÎTIN'

Melkonyan got, "Şoreşa Rojava ne tenê şoreşa jinê û ya Kurdan e, di heman demê de şoreşa gelên mezlûm ên bindest ên li vê xakê ye. Em bi vî rengî lê dinerin. Di heman demê de xwediyên vê şoreşê ne tenê yên li ser vê xakê ne. Çawa ku gelê Ereb xwe bi Şoreşa Rojava ya bi pêşengiya Tevgera Azadiyê ya Kurd azad dît û tevlî bû, gelên Suryan, Asûrî û Ermen jî xwe di nava vê şoreşê de dîtin. Lewma vê şoreşê gelên ku li Rojava winda bûn, mîna hebên hinar parçe û belav bûn, nasnameya xwe winda kirin û di nava xweliya xwe de li rastiya xwe digeriyan, hişyar kir. Bi taybetî gelê Ermen ên bi zorê bûne Misilman di vê hişyarikrinê de bi roleke mezin rabûn."

'ERMEN BI ŞOREŞA ROJAVA RE BÛN XWEDÎ ÎRADE, LEWMA DIVÊ EM XWEDÎ LÊ DERKEVIN'

Melkonyan ragihand, bi taybetî Ermenîtiya ku ji aliyê Tirkiyeyê ve biçûk tê xistin û weke sixêfekê tê dîtin, li Rojava bû xwedî rûmet û îradeyê û diyar kir, "Ji nû ve bû xwedî nasnameyekê. Ev yek bi saya Şoreşa Rojava bû. Ji ber vê yekê divê em beriya her kesî xwedî li Şoreşa Rojava derkevin. Bi parastina Şoreşa Rojava re em nasnameya xwe, koka xwe diparêzin.

Mirovên ji gelên bindest çiqasî tevlî vê şoreşê bûn, şoreşgerên gelê Ermen jî tevlî bûn, şehîdên xwe çêbûn. Yek ji van jî hevrêyê me Nûbar Ozanyan e. Hevrê Nûbar Ozanyan pêşengî ji pêngavên li vir hemûyan re kir. Gelek heval perwerde kir. Bi xwe di nava berxwedanê de cih girt û li dijî çeteyan şer kir. Li eniyê bi pîvana fermandariyê tevgeriya. Ji ber vê yekê gelê Ermen bi pêşengiya wî tevlî vê şoreşê bû."

Melkonyan anî ziman ku her hevalê wan ê Ermen ê hate rojava, asîmîle bûbûn, nasnameya xwe winda kiribûn û got, "Heval dema hatin vira digotin, 'ji me heye ku tenê yên Ermen em li vir in. Dîtin ku ji bilî wan hêzeke Ermenan li vir heye. Ev yek jî ji bo wan bû hêz û biryardarî. Me ev nansame dan wan, lê di heman demê de nîşanî wan dan ku ji bo cara duyemîn neyên qirkirin divê em teqez xwe biparêzin û li eniyê cih bigirin. Hevalan di vî warî de gav avêtin. Ne tenê ji bo parastina dîrok û zimanê xwe, di heman demê de me nîşanî wan dan ku divê em xwedî li vê xakê jî derkevin.

'RIZGARÎ Û AZADIYA ME BI HEV RE YE'

Tabûrê hem xwe ji aliyê leşkerî ve perwede kir, hem jî li eniya Serêkaniyê û Til Temirê cih girt. Hîn jî ji bo parastina xaka azad li eniyê cih digire.

Tevî vê yekê ziman û çandeke me heye ku winda bûye. Li nava tabûrê bi qasî perwerdeya leşkerî, her wiha hewldanên ji bo perwerdeya bi zimanê Ermenî, hînbûna dîroka qirkirinê, çand û ziman jî hene. Ev yek hîn jî dewam dike. Lewma çawa ku di asta navneteweyî de xwedî li vê şoreşê hatiye derketin, gelê Ermen jî xwedî lê derketiye. Yanî gaveke ku ji bo dostanî û biratiya gelê Kurd-Ermen hatiye avêtin. Ev yek mesajeke ji bo Kurd û Ermenan ên li çar aliyan belav bûne. Rizgarî û azadiya me bi hev re ye.  Ev der jî ispata vê rastiyê ye. Em dixwazin ev yek dewam bike û mezin bibe."

HEWLDANÊN JI BO AVAKIRINA TÛGAY Û MECLÎSÊ

Têkildarî kar û planên xwe yên ji niha û pê ve Melkonyan got, "Em dixwazin tabûra xwe bikin tûgayeke mezintir. Gelek kes hene ku dixwazin ji bajarên Sûriyeyê, ji Lubnan, Ermenistan, Kurdistan û Ewropayê tevlî bibin. Bi qasî hejmara heyî ya tabûrê mirov dixwazin tevlî bibin. Potansiyeleke mezin heye. Li gel vê yekê gelê Ermen hewl dide xwe bi meclîsekê bi rêxistin bike. Bi dîtina min bi van her du karan re ev xak wê bibe ew xak ku Ermen ji bilî welatê xwe (Ermenistan) xwe bi rengekî azad lê bi rêxistin kiriye. Em li vê derê hewl didin vê vebêjin. Ji bo mezinkirina vî karî jî hewldanên me hene. Em hewl didin ziman û çanda xwe bi gelê xwe yê winda bidin fêhmkirin."