Sûcê mirovahiyê yê dewleta Tirk bi wêneyan hate çespandin

Wêneyên ku li gundê Kefernasê hatine girtin hovîtiya dewleta Tirk nîşan dide.

Artêşa Tirk a dagirker bi êrîşa hewayî ya li ser gundên Efrînê bi dehan sivîl kuştin. Ye ji wan gundên ku artêşa Tirk bi balafirên şer bombe kirî gundê Kefernasê yê Cindirêsê ye.

Wêneyên ku ji gundên Kefernasê hatine girtin hovîtiya dewleta Tirk radixe ber çavan. Ji wêneyan diyar dibe ku balafirên artêşa Tirk malên gundiyan rûxandine.

Artêşa Tirk a dagirker duh derengiya şevê top avêtibûn gundê Til Selûr ê Cindirêsê jî.

Di êrîşê de gundiyekî bi navê Cemîl Silêman (46 ) şehîd bû û kurê wî yê 7 salî Mihemed Esmed û zarokekî 10 salî yê ku navê wî diyar nebûyî birîndar bûbû.