Sîstema perwerde-hîndekariyê ya Efrînê niha li Şehba ye -III

Di du mehên destpêkê yên Efrîniyên hatin Şehbayê de 4 hezar xwendekarên xwe hebûn, lê niha 14 hezar xwendekar li dibistanên seretayî, navîn û lîseyê perwerde dibin. 991 xwendekar ku 777 jê jin in, bi daxwazeke mezin dixebitin.

Şêniyên Efrînê ji ber êrîşên dagirkeriyê û hovîtiya dewleta Tirk û komên wê yên çete, 16'ê Adara 2018'an biryara valakirina Efrînê dan. Efrînî neçar man koçî herêmên Şehba û Şêrawa bikin. Piştî demeke kin livê derê jî sîstema xwe ava kirin, ji komun û meclîsan heta sîstema perwerdeyê xwe bi rêxistin kirin.

Endama Komîteya Perwerdeyê ya KPC-Demokratîk Mamoste Gulîstan li ser hatin Şehbayê û jinûve birêxistinkirina sîstema xwe ya perwerdeyê ji ANF'ê re axivî: "16'ê Adarê em ji Efrînê derketin. Ji bo me rojeke gelekî giran û bi êş bû. Êvara Newrozê em mamoste û xwendekar hemû li herêma Şehbayê bi cih bûn. Moralê me hemûyan ketibû, wê demê weke ku her tişt ji bo me qediya ye li me hatibû. Roja Newrozê şehîdên me anîn şehîdgeha li navçeya Ehrezê. Em çûn merasîmê. Me dît ku êdî li vir jî şehîdên me çêbûne, şehîdgeha me heye.

'BI SAYA XWENDEKARAN ME XWE JINÛVE BIRÊXISTIN KIR'

Xwendekarên me li wê derê hatin cem me û li dibistanên xwe pirsîn. Me jî moral ji wan girt û xwe jinûve birêxistin kir. Me êdî mamoste û xwendekarên xwe hêdî hêdî li hev civand. Em li nava gundan geriyan, li malan me serdana xwendekarên xwe kir. Me dît ku xwendekarên me sîstemeke din a perwerdeyê naxwazin. Sîstema perwerdeyê ya li Efrînê dixwazin. Vê yekê moralê me zêdetir kir û me jî biryar da ku çi dibe bila bibe em ê ji nû ve dest bi perwerdeya xwe bikin.

EM JI RÊYA XWE VENEGERIYAN

Li Efrînê di dema betlaneyê de êrîşan dest pê kiribûn, lewma me nekarîbû serdema duyemîn a perwerdeyê biqedînin. Lewma bi biryar da ku serdema duyemîn a perwerdeyê ku nîvco ma temam bikin. Wekî din hin xwendekarên me hebûn ku lîse qedandibûn û diviyabû dest bi hîndekariya bilind bikin. Diviyabû ji bo wan jî me tiştek bikira. Ji bo em wan bişînin Zanîngeha Rojava ya li Cizîrê me dest bi kar kir. Ev karê me ji bo gel jî bû moral. Ji xwe armanca dijmin ew bû ku gel bikişîne û ji rêya xwe vegerîne. Lê nekarî vê bike. KPC-Demokratîk û şêniyên Efrînê xwe ji nû ve birêxistin kirin. Me serdana komun û malbatan kir û xwendekarên xwe kom kir. Rojên destpêkê ji ber ku cih nebû me li binê konan perwerdeya xwe kir. Vê rewşê du mehan dewam kir.

Piştî du mehan dibistan ketin betlaneyê. KPC-Demokratîk di dema betlaneyê de jî karê xwe dewam kir. Serdanên me yên li nava malbatan dewam kir. Em bi malbatan hemûyan re axivîn û me ji wan re gotin ku sîstema me ya perwerdeyê wê dewama ya li Efrînê be. Me xwendekarên xwe yên lîse qedandin şandin herêma Cizîrê. Hinek ji van çûn Akademiya Mezopotamyayê, hinek jî çûn Zanîngeha Rojava. Me bi giştî 78 xwendekar şand.

NIHA 14 HEZAR XWENDEKAR HENE

Piştî ku dibistan dîsa vebûn, me dît ku zehmet e li binê konan bê dewamkirin. Me jî hin dibistanên hinekî saxlem bi kar anîn. Lê hemûyan jî derb xwaribûn û ji her derê av dihat. Me jî li gorî derfetên xwe hewl dan dibistanan sererast bikin.

Du mehên destpêkê yên perwerdeyê 4 hezar xwendekarên me hbûn, lê niha bûye 14 hezar. Li vê derê dibistanên seretayî, navîn û lîse hene. Sîstema me jî sîstema Efrînê ye. Her kes bi zimanê xwe dixwîne; xwendekarên Ereb bi Erebî, xwendekarên Kurd bi Kurdî. Pirtûkên li dibistanan tên xwendin li gorî sîstema neteweya demokratîk hatine amadekirin. Tevî ku zor û zehmetî hebin jî bi îrade, daxwaz û hewldaneke mezin em perwerdeya xwe didomînin."

Di dawiya axaftina xwe de Mamoste Gulîstan got, "Em; gelê Efrînê gelekî rêxistinbûyî ne û em ê li Efrînê vegerin."