Îlham Ehmed: Em ji bo Sûriyeyê li pey peymaneke xurtir in
Îlham Ehmed beşdarî 9’emîn Forûma Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanû bû got: "Em ji bo pêvajoya destûrê, sîstema siyasî û jinûve avakirina Sûriyeyê li pey lihevkirinek hîn xurtir digerin."
Îlham Ehmed beşdarî 9’emîn Forûma Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanû bû got: "Em ji bo pêvajoya destûrê, sîstema siyasî û jinûve avakirina Sûriyeyê li pey lihevkirinek hîn xurtir digerin."
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed beşdarî Forûma Silêmaniyê bû û têkildarî rewşa Rojavayê Kurdistan û Sûriyeyê nirxandin kir.
Îlham Ehmed di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku zehmete rewş vegere beriya 2011’an û got: “Ji berku sîstema navendî pirsgirêkan çareser nake, berovajî pirsgirêkan zêdetir dike. Pêwîste rêz li pir rengîniya Suriye bê girtin û mafên Kurdan û hemû pêkhateyên din di destûrê de bên garantîkirin.”
Îlham Ehmed di dewamê de diyarkir ku redkirina sîstema nenavendî dibe sedema derketina aloziyên nû û got: “Piraniya xelkê Sûriyeyê sîstema navendî naxwazin. Berê de jî gelê Sûriyeyê daxwaza sîstema nenavendî kirine. Niha redkirina sîstema nenavendî pirsgirêkên nû çêdike. Ji bona wê sîstema nenavendî çareseriya qeyranên niha ye. Redkirina wê tê wata vegera li berê, pêwîstiya Sûriyeyê bi çareseriyên nû heye daku ji qeyranên heyî rizgar bibe.”
Di derbarê destûra nû ya Sûriyeyê de jî Îlham Ehmed got: “Girînge hemû alî tevlî amadekirina destûra nû ya Sûriyeyê û îdareya nû bibin. Gelê Sûriyeyê biryar daye ku ji bo azadî û rûmeta xwe têkoşînê bikin. Ji armancên xwe gav bişunde navêjin.”
Li ser lihevkirina navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Şamê de jî Îlham Ehmed wiha axivî: “Em ji bo pêvajoya destûrê, sîstema siyasî û jinûve avakirina Sûriyeyê li pey lihevkirinek hîn xurtir digerin.”
Di beşek din ya axaftina xwe de Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed behsa lihevkirina navbera Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û Serokê demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer jî kir û got: “Ev lihevkirin ji bo çarenûsa gelê Kurd û pêkhateyên din ên Sûriyeyê giringe. Lihevkirinê wan îdiayên ku digotin Rêveberiya Xweser daxwaza jihev cûdabûnê ji Sûriyeyê dike, vala derxist.”
Têkildarî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî Îlham Ehmed da zanîn têkoşîna ku hêzên QSD’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, têkoşîneke ji bo azadî û rûmeta gelên herêmê ye. Her wiha diyarkir wê têkoşîn heta digihêje armancên xwe bidome.
Îlham Ehmed da zanîn ku şoreşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hewldaneke ji bo avakirina civakek demokratîk û pir çandî, her wiha hêviyeke ji bo gelên Sûriye civakek baştir avabikin.
Li ser astengiyên li pêş Rêveberiya Xweser jî Îlham Ehmed got: “Ev astengî nayên wê wateyê ku emê gav bi şunde bavêjin. Berovajî îradeya me hîn xurtir dike daku bigihin armancên xwe. Em bihêvîne siberojek baştir avabikin, heta digihin armancên xwe em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”
Di dawiya axaftina xwe de jî Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed got: “Ezmûna herêmê di dîroka Kurd û welatên ku Kurd lê dijîn de girîng e. Rewşa Herêma Kurdistan û rewşa jeopolîtîk ya Sûriyeyê bi awayek giştî ji hev cûdaye. Pêwîste ev cûdahî li ber çav were girtin.”