Rojnamevanekî Êzidî li Dihokê wê were darizandin
Rojnamevanê Êzidî Dilman Ferhej Silêman ku li ser kar û barên Êzidiyan dixebite û xemsariya hikumeta herêma Kurdistanê ya li hemberî Êzidiyan nîşan dide, ji aliyê dadgeriya PDK'ê ve tê darizandin.
Rojnamevanê Êzidî Dilman Ferhej Silêman ku li ser kar û barên Êzidiyan dixebite û xemsariya hikumeta herêma Kurdistanê ya li hemberî Êzidiyan nîşan dide, ji aliyê dadgeriya PDK'ê ve tê darizandin.
Rojnamevanê Dilman Ferhej Silêman ku wek Dilman Xankî jî tê naskirin, yek ji rojnamevanên li parêzgeha Dihokê, li nehiya Xankê ye û li ser karûbarên barên Êzidiyan kar dike. Xankî wê di 20 Sibata 2025'an de ji aliyê PDK’ê ve bê darizandin.
Dilman Xankî bi rêya telefonê agahî dan ANF’ê diyar kir, ku ji ber bê alî kar kiriye tê darizandin. Xankî anî ziman ku gelek caran dadgeha Sêmêlê ya PDK’ê gef li wî xwariye û ew ji aliyê polîsan ve gelek caran hatiye binçavkirin. Her wisa got, heya niha 3 caran ew hatiye girtin û vê carê bi tawanên cuda ku weke biçûkdîtina hikûmeta herêmê û serweriya wê tê tohmetbarkirin.
Dilman Xankî destnîşan kir ku ew tenê li ser torên civakî bername û nûçeyên xwe bar dike, piraniya kar û xebatên wî derbarê Êzidiyan û civaka Êzidî ya li herêma Kurdistanê ye. Wî di bernameyên xwe de bêxemiya hikûmetê ya li hember civaka Êzidî rexne kiriye, lê asayîşa PDK’ê ew gelek caran li ser wan toran jî asteng kiriye û nehiştiye postan parve bike.
Xankî anî ziman ku li herêma Kurdistanê û bi taybet jî li Behdînanê tişta herî bi zehmet ji rojnamevanekî re ew e ku bi awayekî serbixwe kar bike. Çinku yan wê were kuştin yan girtin yan jî wê qet nehêlin wek kesekî serbixwe kar û xebatên xwe bide meşandin.
Dilman Xankî da xuyakirin ku wî bi çend ciwanên Kurd re kanalek li ser medya dîjîtal ava kiriye û got, "Malpera me malpereke medyayî ya serbixwe bû û ji grûpek ciwanên Kurd û Êzidî yên serbixwe pêk dihat ku xwe bi xwe bi rêxistin dikirin. Malperê li ser bûyerên Şengalê û rewşa koçberên wê parvekirin dikir û her wisa bernameyên olî, civakî û bûyerên diketin nava civakê de jî parve dikirin. Kanala me kanaleke mixalif bû û bêhtir rexne li şêwaza rêveberinê ya desthilatdariyê ya di warê jiyana Êzidiyan de digirt. Her wisa li seranserê Kurdistan û Ewropayê peyamnêrên kanalên wan hebûn û di nava civaka Êzidî de kar û xebatên xwe didan meşandin."
Xankî wiha berdewamî da axaftina xwe: "Ji ber ku me ji bo civaka xwe kar û xebat dikir, em bêalî bûn û her wisa me rexne li kurt û kêmasiyên hikûmetê dikirin, bi dehên caran kanala me hate hackkirin û astengî li ber kar û xebatên me derdiketin."
Dilman Xankî herî dawî got wiha axivî: “Eger tiştek were serê min, PDK û asayîşa wê berpirsê vê yekê ne. Di 20’ê vê mehê de mehkema min heye û ez dizanim wê min bigirin û bixin zindanê. Lê ya giring ew e ku tevahî rojnamevan li hember van kiryaran xwe bêdeng nekin û rexneyan li van kiryaran bigirin."
Hêjayî bibîrxistinê ye ku bi dehan rojnamevan di zindanên PDK’ê de ne û her wisa bi dehan rojnameger hatine qetilkirin jî.