Cejna zimanê Kurdî li herêma Firatê bi coş hat pîrozkirin
Bi boneya Cejina Zimanê Kurdî, ji aliyê Desteya Perwerde û Fêrkirinê a Herêma Firatê ve çalakiya pîrozbahiyê hat lidarxistin.
Bi boneya Cejina Zimanê Kurdî, ji aliyê Desteya Perwerde û Fêrkirinê a Herêma Firatê ve çalakiya pîrozbahiyê hat lidarxistin.
Di 15’ê Gulana 1932’yan de bi pêşengiya Celadet Elî Bedirxan, li paytexta Sûriyeyê, li Şamê Kovara Hawarê dest bi weşanê kir. Ev roj her sal ji aliyê saziyên çandî û partiyên siyasî ve wekê roja Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin.
Li Kobanê jî ji bo pîrozkirina cejna Zimanê Kurdî gel li qada şehîd Egîd li hev kom bûn û şahî hat lidarxistin. Şahî di bin dirûşmeya “Zimanê Kurdî geş bikin, jiyanê xweş bikin em ê Şoreşa Ziman bi ser bixin” hat lidarxistin.
Şahî bi deqeyekê rêzgirtinê hat destpêkirin. Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Cîbcîkar a Herêma Firatê Mizgîn Xelîl axivî. Xelîl berxwedaniya gelê Bakurê Kurdistanê ya li hemberî faşîzmê silav kir û got: "Di dirêjahiya dîrokê de çand û zimanê Kurdî rûbirûyê qirkirinê hatiye. Ji bo vê Kovara Hawar di dîrokê de xwedî roleke girîng e. Kovara ku bi Celadet Elî Bedirxan ve dest pê kir, bi Rêber Apo û bi fikra azadî û civakeke demokratîk dewam kir."
Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê a Herêma Firatê Bekir Ceradê jî axivî û wiha got: “Em roja zimanê Kurdî li Rêber Apo pîroz dikin û li hemû şehîdên ku ji bo parastina nasnameya Kurd li ber xwe dan û şehîd bûn, pîroz dikin. Ev bû 91 sale ku Kovara Hawar hatiye çapkirin. Ziman ne tenê heyîneke ku mirov pê biaxive ye, ziman nasname ye, hebûn e. Piştî tifaqa Lozanê gelê Kurd ji gelek hemleya pişaftinê re hatiye derbaskirin. Lê bi berxwedaniyê gelê Kurd li ser axa xwe bi zimanê xwe diaxive."
Şahî bi bernameyên hunerî, vegotina helbest gerandina govendê bi dawî bû.