Rêveberiya Xweser nerazîbûn nîşanî êrişa li Kobanê da

Meclîsa Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nerazîbûn nîşanî êrişa dewleta Tirk a dagirker a bi SÎHA'yan dan û bal kişandin ser berpirsyariya welatên garantor.

Balafirên bêmirov ên biçek (SÎHA) ên dewleta Tirk a dagirker, serê sibehê bombe li nuqteyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li Kobanê barandibûn û rê li ber xisareke madî vekiribûn.

Hevserokê Meclîsa Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Mihemed Şahîn bi navê meclîsê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dema ku tevahî gelên cîhanê û dewletên wê li dijî têkbirina pandemiya vîrûsa koronayê hevgirtî ne û bi rasthatina meha Remezanê re, dewleta Tirk bi firokeyên xwe yên bêpîlot vê sibehê bajarê Kobanê bombebaran kir. Bi vê yekê tevahî peymanên ku berê îmze kirine, paşguh dike.

Li gorî peymana ku di dawiya sala borî de di navbera Rûsya û QSD'ê de hatiye îmzekirin, divê QSD ji tevahî sînorê herêma Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekişe.

Rêveberiya Xweser a herêma Firatê di daxuyaniya xwe de bang li Rûsya û DYA'yê kir ku li gorî sozên xwe der barê garantiya ewlehiya xaka Sûriyeyê û sînordarkirina êrişên Tirkiyê yên rojane li dijî gundên kantonên Girê Spî û Kobanê pêk tên, tevbigerin, tevî ku 6 meh di ser vekişîna QSD'ê ji herêmên sînor ên herêmê re derbas bûye.

Firokeyên bêpîlot ên artêşa dewleta Tirk vê sibehê du moşek avêtin navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Kobanê û zirarên madî çêbûn."