Rêveberiya Xweser: Em ê li gorî biryara hilbijartinê tevnegerin

Berdevkê Rêveberiya Xweser Luqman Ehmê derbarê hilbijartina parlementoya Sûriyeyê got ku, “Wê li herêmê sindoq neyên danîn. Ji bo Rêveberiya Xweser tu wateya wê tune.” Ehmê diyar kir ku wê li gorî biryarên hilbijartina yekalî tevnegerin.

Berdevkê Rêveberiya Xweser Luqman Ehmê di civîneke çapemeniyê de ku li Navenda Têkiliyên Derve ya li Qamişloyê hate lidarxistin, axivî.

Luqman Ehmê diyar kir ku gelê Sûriyeyê ji aloziya Sûriyeyê re ya ku zêdetirî 10 sal e didome, li çareseriyeke aştiyane digere lê belê hikumeta Sûriyeyê di rêya xwe de israr dike, wekî ku ji 2011`an heta niha tu tişt çênebûbe.

Luqman Ehmê destnîşan kir ku israrkirina hikumeta Sûriyeyê ku hilbijartinên parlamentoyê li dar bixe, aloziya li Sûriyeyê çareser nake û ji bo peydakirina çareseriyê ji aloziya Sûriyeyê re derfet nade tu aliyan ku tev li diyalogan bibin.

Her wiha Luqman Ehmê destnîşan kir ku hilbijartinên ku dê di 19`ê Tîrmehê (sibe) de werin lidarxistin, tu wateya xwe li gel Rêveberiya Xweser tune ye û got: "Tu sindoqên hilbijartinê dê li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tune bin."

Luqman Ehmê got ew bi hêvî bûn ku hikumeta Sûriyeyê bang li hêzên muxalif û hêzên cuda yên li Sûriyeyê bike ku tev li civînê bibin da ku bi rêya diyalogê çareseriyekê ji aloziyê re peyda bikin, pîvanên destûrê xuya bikin û paşê dest bi hilbijartinên giştî bikin.

Di dawiyê de berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojilatê Sûriyeyê Luqman Ehmê piştrast kir ku ew tevlî tu biryarên yekalî yên têkildarî lidarxistina hilbijartinên parlamentoyê nabin.