Rêveberiya Xweser efûya giştî ya taybet ji bo Newrozê ragihand
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi wesîleya cejna Newrozê ji bilî hin sûcan efûya giştî ragihand.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi wesîleya cejna Newrozê ji bilî hin sûcan efûya giştî ragihand.
Bi boneya nêzbûna cejna Newrozê îro Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê qanûna bi jimareya /5/ ku qanûna efûya giştî ye, ragihand.
Li gorî qanûnê efûya giştî têkildarî hemû sûcên beriya 16. 03.2022’yan pêk hatine ye û wiha ne:
Madeya (1):
Bi hêceta ku sûc kiriye hemû cezayên şidandinê ku tên pêkanîn wê werin rakirin.
Madeya (2) di sûcan de:
A- Cezayê muebed bi ragirtina demkî ya 15 salan tê guhertin.
b- Ji çaryeka cezayê ragirtina demkî.
C- Ji bo girtiyê ku bi nexweşiya bêderman ketiye, heta hetayê yan jî cezaya demkî.
D- Ji bo cezakirina temam a demkî ya girtiyê ku di roja derxistina efûkirinê de 75 saliya xwe temam kiriye.
h-Ders ji sûcê were girtin ne ji cezayê li ser girtî.
Madeya (3)
Ev qanûna li ser van cezayan ne derbasdar e:
a-Sûcên teror, îxanet û sîxurtiyê.
b-Sûcên girêdayî pereyên giştî.
c-Sûcên tecawîzkirin, kiryarên dermirovî û destdirêjiya cinsî li dijî temenbiçûkan.
d-Sûcên bazirganiya hişbir û propagandaya wan.
e-Kesên edalet li wan digere, heke di navbera 60 rojî de ji derxistina vê qanûnê xwe radest kirin heke li herêmên Rêveberiya Xweser bin, û 90 roj heke li derveyî herêmên Rêveberiya Xweser bin.
f-Bac bi hemû cûreyên xwe.
Madeya (4)
Di çarçoveya madeyên (1) û (2) de, ji bo ku ji madeyên vê qanûnê sûd werbigirin:
A-Heke mehkûm pere weke tawîz dan aliyê lê gilî kirî yan jî rakirina mafên kesane yên kuştinê.
b- Rakirina mafên kesane yên kuştinê.