Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê ji raya giştî re diyar kir ku Tirkiye bi awayekî eşkera hemû biryarên navneteweyî û di nav de biryarên agirbestê di dema belavbûna Koronavîrus de, bin pê dike. Her wiha bang li civaka navneteweyî bi hemû saziyên xwe û di serî de Meclîsa Ewlehiyê û NY`yê kir ku erka xwe li beramberî kiryarên Tirkiyê li herêmê, pêk bînin.
Daxuyanî wiha ye:
"Di dema ku tevahî cîhan zehmetiyan ji ber Covîd-19 dikşîne û hewldanên bidawîkirina encamên vê nexweşiyê didomin, di heman demê de herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê rêxistina tenduristiyê ya cîhanê rastî girîngiya pêwîst nayên, hewldanên Rêveberiya Xweser ji bo pêşî li belavbûna Koronavîrus bigire bi rêya hin tedbîrên pêwîst pêk tê da ku jiyana nêzî 5 milyon kes li van herêman biparêze. Di dema ku li tevahî cîhanê agirbest heye, dewleta Tirk hemû xebata xwe xistiye hedefgirtina herêmên me.
Dewleta Tirk a dagirker di 28`ê Nîsana 2020`an de kantona Kobanê kir hedef beriya wê jî herêmên Şehbayê bi dijwarî topbaran kir. Di encama wê de zirarên madî yên mezin çêbûn û bi sedan şênî ku ji Efrînê koçberî Şehbayê bûne, koçber bûn. Piştî koçberkirina wan ji Efrînê dîsa hatin topbarankirin.û Kiryarên bi vî awayî diyar dike ku Tirkiyê guh nade alîkariya ji bo pêşîlêgirtina Koronavîrusê. Her wiha bi awayekî ber bi çav biryarên navneteweyî yên girêdayî agirbestê di dema belavbûna Koronavîrusê de, binpê dike. Ev tevahî nîşane piştrast dikin ku dewleta Tirk li gorî tu soz û biryarên navnetewî li hemû herêmên Sûriyê ku dagir kirine di serî de Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî tev nagere.
Di demekê de ku em girîngiyê didin yekkirina xebatên têkoşîna li dijî Koronavîrusê, em wekî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li civaka navneteweyî, Meclîsa Ewlehiyê û NY`yê dikin ku li hemberî kiryarên dijminatî yên dewleta Tirk ên li dijî herêmên me bi berpirsiyarên xwe rabin. Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD)li gorî banga navneteweyî ya rawestandina şer di rewşa heyî de, tev geriya. Divê xezt li Tirkiyê bê kirin da ku ew jî li gorî vê yekê tev bigere. Der barê hebûna dewleta Tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, têkiliyên yekser ên Rûsya û Amerîka bi Tirkiyê re hene.
Em bang li Rûsya û Emerîkayê dikin ku berpirsiyarên xwe pêk bînin, da ku Tirkiye jî pabendî wan peymanan bibe ku hemû aliyên peymanan berpirsiyariya êrişên Tirkiyê li herêmên me red dikin.
Ev binpêkirin, tevlîheviyê derdixin û didin nîşandan ku Tirkiyê xeteriya Koronavîursê paşguh dike û şertên mirovî yên heyî ji bo pêkanîna planên xwe yên dijminahiyê, bi kar tîne. Lewra em bang li aliyên navborî dikin ku bi lez tev bigerin û van binpêkirinan rawestînin.”
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku balafireke keşfê ya dewleta Tirk îro berbangê nuteyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kobanê hedef girtibû û di encamê de zirarên madî pêk hatibûn.