QSD: Li Baxozê 164 çeteyên DAÎŞ’ê hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê daxuyaniya bîlançoya şer û çalakiyên leşkerî yên pêngava dawîn a li dijî DAÎŞ`ê ya li gundê Baxozê yê rojhilatê Hecînê belav kir.

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê daxuyaniya bîlançoya şer û çalakiyên leşkerî yên pêngava dawîn a li dijî DAÎŞ`ê ya li gundê Baxozê yê rojhilatê Hecînê belav kir.

Di daxuyaniya QSD’ê de ev tişt hatin diyarkirin

"Piştî derxistina sivîlan ji Baxozê, cihê herî dawîn ku çeteyên DAIŞ`ê lê ne, pêngava dawîn a têkbirina wan dest pê kir. Şer bi hemû hêza xwe di navbera şervanên me û çeteyan de li gelek aliyan dewam dikin, çete di cihekî teng de hatine dorpêçkirin. Em teqez dikin ku heta ku ew têk diçin wê şer dewam bike.

Bîlançoya şer ji destpêka pêngava dawîn bi vî awayî bû:

Şervanên me di hin baskan de dest bi êrîşeke dijwar kir, tê de şerekî dijwar di navbera şervanan û DAIŞ`ê de çêbû, terorîstan hemû cureyên çekan bi kar anîn. Çeteyan hewl da  êrîşî cihên hêzên me bikin, piştî ku şervanên me 9 nuqte tesbît kirin. Gelek çete hatin kuştin, lê hejmara wan bi temamî nehate diyarkirin, lê teqez 3 çete bi guleyên şervanan hatin kuştin. Her wiha şervanekî me bi parçeyên hewanê birîndar bû.

Li aliyekî din jî, şerekî dijwar di navbera şervanên me û çeteyan de çêbû, di şer de 35 nuqteyên nû hatin desteserkirin, di wan şeran de hejmarek çete hatin kuştin û birîndar bûn, çeteyan hemû cureyên çekan bi kar anîn, her wiha mayineke ku çeteyan danîbû, teqiya. Di encamê de 3 şervanên me bi sivikî birîndar bûn û 3 şervanên me jî di şer de birîndar bûn.

Her wiha balafirên şer ên koalîsyonê gelek cihên çeteyan bombebaran kirin.

Li aliyekî din jî, şeva çûyî tevgereke zêde ya çeteyan hebû, li wir şerekî dijwar qewimî, 8 xwekujên çeteyan beriya ku bigihîjin nuqteyên şervanên me xwe teqandin û 3 erebeyên bombebarkirî ji dûr de hatin teqandin. Şervanên me hemû hewldanên çeteyan şikandin û erebeyeke mezin a çeteyan ku bi çek û cebilxane barkirî, kirin hedef, di dawiyê de hemû hewldanên çeteyan hatin şikandin.

Îro di seatên sibehê de şerekî giran di navbera şervanên me û çeteyan de pêk hat, şervanên me hemû êrîşên çeteyan şikandin. Di wir de 6 kuştiyên çeteyan hatin teqezkirin, şervanên me di gelek kolanên bajarok de bi pêş ketin, hejmarek şervanên me bi sivikî birîndar bûn.

Li baskekî din, şervanên me komeke çeteyan ku di nava tevgerê de bûn, kir hedefa xwe, di wir de 33 çete hatin kuştin û birîndar bûn, balafirên hevpeymanê gelek cihên çeteyan bombebaran kirin.

Li aliyekî din jî, şervanên me pêşketineke mezin kir, dikaribûn 6 nuqteyan tesbît bikin, di wir de jî gelek çete hatin kuştin û xwe radest kirin, şervanên me 6 çete jî li wî cihî kirin hedefa xwe û ew kuştin.

Di seatên êvarê de, şervanên me li aliyekî din êrîşî cihên çeteyan kir û şerek qewimî, tê de hejmarek çete hatin kuştin û 5 nuqteyên nû hatin tesbîtkirin.

Çeteyan di seatên derengiya şevê de hewl da êrîşî cihên hêzên me bikin, lê şervanan bersiva wan da û şerekî giran qewimî. Şervanên me erebeyeke ku çete tê de bûn, kir hedefa xwe, erebe teqiya û 3 çete hatin kuştin û 3 çeteyên din dema ku dixwestin cenazyan rakin, hatin kuştin.

Şerekî giran hîna li hemû eniyan rû dide.

BÎLANÇOYA DAWÎN A ŞER

- Hejmara kuştiyên çeteyan: 164 çete, gelek cenazeyên wan ketin destê şervanan.

Her wiha 11 rêyên leşkerî hatin qutkirin

21 cihên leşkerî hatin rûxandin

13 erebeyên bombebarkirî hatin teqandin

2 xendek hatin rûxandin

5 cihên çeka doçka hatin rûxandin

10 erebeyên leşkerî hatin rûxandin

4 baregehên cebilxaneyan hatin rûxandin.

- Çek û cebilxaneyên ku şervanan desteser kirine: 15 çekên kalaşnîkov, yek qaîdeya avêtina topavêjan û 2 laptop.

- Hejmara derbeyên balafirên koalîsyonê: 65 derbeyên ezmanî.

- 4 şervanên me şehîd bûn û 38 şervanên me jî birîndar bûn.