QSD ji bo merasîma serketinê amadekariyan dike

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) piştî ku ala serketinê ya li dijî çeteyê DAÎŞ’ê li Baxozê bilind kir û şûnde, ji bo merasîmê amadekariyan dike.

QSD’ê saetên sibê Baxoz a parçe xaka dawî ya li destê DAÎŞ’ê bi temamî rizgar kiribû û ala serketinê bilindkiribûn.

Ji bo merasîma ku wê saet 13:00’an bê lidarxistin amadekarî tên kirin. Ji niha mêhvan û bi sedan kes li qadê bi cih bûne.

Li gel şervanên QSD, YPG,YPJ’ê û hevparên QSD’ê gazî, rûstpiyên Ereb û Kurd malbatên şehîdan kom bûne.

Di merasîmê de nûnerên rêveberiya kanton û rêveberiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bal kişand. Li qada merasîmê wêneyên şehîdan û alên QSD’ê hatine hildan.