QSD'ê yek jê 'êrişkarê xwekuj' 2 DAÎŞ'î girt
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku li Dêra Zorê di dema operasyonan de 2 DAÎŞ'î girtine.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku li Dêra Zorê di dema operasyonan de 2 DAÎŞ'î girtine.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku yek ji kesên hatine girtin zarokekî 14 salî ye ku weke 'êrişkarê xwekuj' hatiye perwerdekirin.
Daxuyaniya QSD'ê wiha ye:
"Têkoşîna me ya li dijî terorê bi biryardariyeke xurt berdewam dike. Terorîzma birêxistinî DAÎŞ ku dixwaze careke din li herêmê xwe bi rêxistin û serwer bike, serî li rêbazên cur bi cur da. Çeteyên DAÎŞ'ê bi êrişên xwekuj, bi qirkirina sivîlan hewl dide metirsiyê li herêmê çêbike û mirovan ji xwe re wek mertal bi kar tîne. Ew rêbaz ji hêla hêzên me ve hatin têkbirin.
Di roja 15’ê Sibatê de hêzên me li bajarokê Dîbanê yê Dêra Zorê operasyonek li dar xist û 2 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin. Hedef û armanca van her du çeteyan herêma Rêveberiya Xweser a li rojhilatê Dêra Zorê bû.
Tariq Reşîd Seîd El-Hemo bi nasnav Usama Qerdaş ku welatiyê Iraqê ye, di çend şerên li gel rêxistina terorîst a DAÎŞ'ê de beşdar bûye û destên wî di xwîna gelek mirovên bêguneh de heye. Tevî çeteyê 14 salî ê bi navê Ferhad Ebdulrehman El-Tirkistanî ji bo êrişa herêma rojhilatê Dêra Zorê ji çolistana Palmîra derbasî Dêra Zorê dibin.
Çeteyê 14 salî ê bi navê Ferhad Ebdulrehman El-Tirkistanî ku malbata wî li Tirkiyê ye, derbasî Sûriyeyê dibe û ji wir tev li DAÎŞ'ê dibe. Bavê vî çeteyê jî endamekî DAÎŞ'ê bû ku li Helebê hatibû kuştin. Dema ku hêzên me sala 2019’an şerê dawî yê li Baxozê de ev çete û malbata wî ji aliyê hêzên me ve hatin girtin û li kampa Holê hatin bicihkirin. Ji ber temenê wî yê biçûk di nav rêxistina Eşbal El-Xîlafe ya DAÎŞ'iyan de ji bo zarokan bi rêxistin kiribû, cih digirt. Li vir gelek caran perwerdeya leşkerî û bîrdozî ya DAÎŞ'ê dîtiye. Li gorî mikurhatinên çeteyê bi navê Ferhad, ew bi rêya rêxistina bi navê ‘Behar’ ji kampa Holê hatiye derxistin û karê wî yê li kampê bi temamî hatiye rawestandin. Rêxistina terorîst a DAÎŞ'ê ji bo pêkanîna êrişê, çeteyê 14 salî bi rêbazê xwekuj û întîharî dişîne Dêra Zorê.
Her du çete jî bi operasyonekê hatin girtin. Di mikurhatinên wan de jî diyar dibe ku wê li herêmê tevlihevî derxistana. Bi vê operasyonê ev êriş ji aliyê hêzên me ve hat astengkirin."