QSD’ê şaneyeke DAÎŞ’ê tune kir
Yekîneyên taybet ên QSD’ê operasyonek li bajarokê El Deşîşe yê Hesekê lidar xist. Di encama operasyonê de serçeteyek hat girtin û şaneyek terorê hat têkbirin.
Yekîneyên taybet ên QSD’ê operasyonek li bajarokê El Deşîşe yê Hesekê lidar xist. Di encama operasyonê de serçeteyek hat girtin û şaneyek terorê hat têkbirin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi bîr xist ku yekîneyên taybet operasyoneke ewlehiyê li bajarokê El Deşîşe yê başûrê Hesekê lidar xistiye û di encamê de şaneyeke DAÎŞ’ê ji hev xistiye.
Navendê eşkere kir ku operasyon bi desteka hewayî û bejahî ji aliyê Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ve hatiye lidarxistin û di encamê de serçeteyekî şaneyeke terorîst a DAÎŞ’ê û kesek gumbar ê pê re, girtine.
QSD’ê da zanîn ku serçeteyê DAÎŞ’ê berpirsê êrîşên terorîst ên li dijî hêzên leşkerî, ewlehî û sivîlan e û li ser ewlehiya herêmê xetere ye. Her wiha diyar kir ku veguhastina şaneyên terorîst hêsan dikir û berpirsê tevgera wan şaneyan li başûrê Hesekê û bakurê Dêrazorê ye.
Her wiha QSD’ê da zanîn ku di operasyonê de, çek, amûrên teknolojî, belgeyên ku têkiliyên wî bi DAÎŞ’ê re îsbat dikin, hatine desteserkirin.