QSD’ê li baregeha dewleta Tirk xist
QSD′ê ragihand ku hêzên wan li dijî baregeha dewleta Tirk a dagirker bi navê ′Mezre′ li gundewarê Eyn Îsayê çalakiyek kirine.
QSD′ê ragihand ku hêzên wan li dijî baregeha dewleta Tirk a dagirker bi navê ′Mezre′ li gundewarê Eyn Îsayê çalakiyek kirine.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku di 11′ê Cotmehê de li dijî baregeha Mezre ya li Eyn Îsayê ya dewleta Tirk a dagirker çalakiyek kir.
Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:
"Di 11′ê Cotmehê de hêzên me li dijî baregeha dewleta Tirk a dagirker bi navê ′Mezre′ ya li gundewarê Eyn Îsayê çalakiyek kir. Lê belê hejmara kuştî û birîndarên hêzên dagirkeriyê nehat zanîn. Lê hêzên me hedefên teqezîn li dijî tank, wesayîta leşkerî pêk anîn û dagirker ew kişandin baregeha xwe ya leşkerî. Bi hemwextî baregeheke leşkerî ya dagirkeran û pergala çavdêriyê ya kamereyan hatin rûxandin."