QSD’ê bîlançoya çalakiyên 3 rojan eşkere kir
QSD′ê ragihand ku di çalakiyên bersivdayînê de yek jê efser, bi giştî 6 leşkerên Tirk ên dagirker û çeteyek hatine kuştin. Her wiha 7 leşkerên Tirk û 5 çete jî birîndar bûne.
QSD′ê ragihand ku di çalakiyên bersivdayînê de yek jê efser, bi giştî 6 leşkerên Tirk ên dagirker û çeteyek hatine kuştin. Her wiha 7 leşkerên Tirk û 5 çete jî birîndar bûne.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê bîlançoya 3 rojan a çalakiyên bersivdayînê ya li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker eşkera kir.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:
′′Hêzên me Hêzên Sûriyeya Demokratîk, di çarçoveya mafê parastina rewa de, bi çalakiyên bi bandor bersiva êrişên dewleta Tirk a dagirker dan û windahiyên mezin gihandin refên hêzên Tirk ên dagirker.
Bîlançoya çalakiyên 3 rojan ên hêzên me wiha ye:
Roja Înê saet di 21:00′an de hêzên me li dijî baregehên dewleta Tirk a dagirker ên li gundên Yabîse, Ebdokê, Seyda, Cemacim, Tîna û Mezra yên Girê Spî çalakî li dar xistin. Di çalakiya li dijî baregeha li Yabîse de yek jê efeser bi giştî 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin û 3 leşkerên din birîndar bûn. Di çalakiya li dijî baregeha li gundê Ebdokê de jî 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin û 3 leşkerên dagirker birîndar bûn. Di çalakiya li dijî baregeha li Mezreyê de çeteyek hatin kuştin û 5 çeteyên din birîndar bûn.
Encamên çalakiyên li dijî baregehên artêşa Tirk a dagirker ên li gundên Cemacim û Seydayê nehatin zanîn.
Hêzên me ziyanên mezin gihandin çekên giran ên dagirkeran ên li baregehên li derdora Eyn Îsayê.
Roja Şemiyê 7′ê Cotmehê, saet di 14:00′an de hêzên me yên li Eyn Îsa û gundewarên wê çalakiyek li dijî baregeheke artêşa Tirk a dagirker a li gundê Tîbayê pêk anî. Encamên çalakiyê diyar nebûn. Her wiha çalakiyek li dijî baregeha dagirkeran a li gundê Merdûdeyê hat kirin. Di encamê de leşkerekî artêşa Tirk a dagirker hat kuştin û yekî jî bi giranî birîndar bû.
Bîlançoya windahiyên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wiha ne:
Hejmara kuştiyên leşkerên Tirk ên dagirker: efserek û 6 leşker mirin.
Hejmara birîndarên leşkerên artêşa Tirk a dagirker: 7
Hejmara kuştiyên çeteyan: 1
Hejmara birîndarên çeteyan: 5
Hêzên me teqez dikin ku ew ê li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên me rawestin, wê mafê bersivdayînê yê rewa bidin ku di tevahî qanûnên navneteweyî de hatine vegotin."