QSD: Şervanê me Ûsama Ehmed şehîd bû
QSD’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku şervanê wan Ûsama Ehmed El Salim, 29’ê Îlonê di operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” de şehîd bû.
QSD’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku şervanê wan Ûsama Ehmed El Salim, 29’ê Îlonê di operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” de şehîd bû.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku ji şervanên wan Ûsama Ehmed El Salim 29′ê Îlona îsal di operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ de li Dêrazorê şehîd bûye.
Di daxuyaniyê de hate gotin, şehîd Ûsama mînaka girêdana bi xak û gelê xwe ve bû û heta kêliya şehadeta xwe bi hemû hêza xwe parastina gel û xaka xwe kir.
QSD′ê sersaxî ji malbata şehîd Ûsama û tevahî şehîdên azadiyê re xwest û soz da ku ew ê şopdarên xeta şehîdan bin ta xeyal û armancên ku ji bo wê şehîd bûne, pêk bînin.
Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:
Nasnav: Ûsama
Nav û paşnav: Ûsama El Salim
Navê dayikê: Kelsûm El Hisên
Navê bav: Ehmed
Cih û dîroka jidayikbûnê: Meskena/2004
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-29′ê Îlona 2023