Qedexeya derketina derve heta cejnê hate dirêjkirin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku ji ber gefa pandemiya Koronayê qedexeya derketina derve heta Cejna Remezanê dirêj kir.

Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi biryara hejmara (42) qedexeya derektina derve ya ji ber Koronavîrusê heta dawiya betlaneya Cejna Remezanê dirêj kir.

Biryara ku ji deh bendan pêk tê wiha ye:

1-Qedexeya derketina derve bi awayekî beşê ji roja Sêşema 12‘ê Gulana 2020‘an heta dawiya betlaneya Cejna Remezanê tê dirêjkirin.

2-Dema qedexeyê ji saet 7‘ê bi şev heta 6‘ê sibeha roja din e.

3-Hemû dikan û hemû pîşe ji saet 6‘ê sibeta heta 7‘ê êvarî dikarin bên vekirin.

4-Tevgera veguhestinê, wesayîtên veguhestina giştî û yên taybet dikarin di hundir û derveyê bajêr û di navbera rêveberiyan de kar bikin. Divê rêgezên xweparstinê û dûrketina ji hev di ber çavan re were derbaskirin.

5-Ji bilî saziyên xizmetguzarî û tenduristî û hin karmendên ku pêwîstiya karê wan heye bi nobedarî, dewamê karmendan di saziyên Rêveberiya Xweser de heta dawiya betlaneya Cejna Remezanê girtî dimînin.

6-Deriyên sînor girtî dimînin ta biryar ji aliyê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve were girtin.

7- Di hefteya dawî ya meha Remezana pîroz de şênî dikarin ayninê olî di mizgeft û cihên olî de pêk bînin, li gel wê divê rêgeza xweparastina tundurist û jihevdûrketinê di ber çavan re derbas bikin.

8-Di dirêjahiya dema qedexeya derketina derve çayxane, xwaringeh, kafetiriya, dibistan û zanîngeh girtî dimînin.

9-Kantona Hesekê ya ku beriya niha vîrusê lê hatiye dîtin di biryarê de cih nagire. Pêwîste rêveberiya Cizîrê li gorî pêşketinên rewşê tedbîrên guncaw bigirin.

10-Pêkanîna biryarê hemû kesan eleqedar dike."