PYD: Ji bo rizgariya Efrînê em ê bi her rê û rêbazê têbikoşin

PYD'ê diyar kir ku ji bo rizgarkirina Efrînê wê bi her rê û rêbazê têbikoşin û got, "Em ê dawî li dagirkeriya Tirk bînin."

Meclîsa Giştî ya PYD'ê ji ber salvegera dagirkirina Efrînê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Piştî berxwedana efsaneyî ya gel û şêniyên wê Yekîneyên Parastina Gel û Jin ku du mehan li ber hovîtiya teror û dagirkeriya Tirkiyê dewam kir, Efrîn çar sal in li dijî teror û dagirkeriyê şer dike.

Berxwedana efsaneyî di rûpelên dîrokê de bi tîpên zêrîn hate nivîsandin û hemû hêzên navneteweyî, herêmî û gelên herêmê matmayî hişt û êrişên artêşa Tirkiyê a dagirker bê bandor kir, dewleta Tirk li pêş çavên civatên navneteweyî dest bi bikaranîna çekên qedexekirî kir û gund û malên xelkê wêran kirin. Piştî berxwedaneke bêhempa ya gelê Efrînê di 18'ê Adarê sala 2018'an de hate dagirkirin.

Ji wê dîroka reş û vir ve û piştî derbasûna çar salan, faşîzma Tirkiyê ya toranî bi rêya çeteyên xwe yên ji Itîlafa Sûriyê û komên girêdayî wê li dijî gelê me yê Efrînê sûcên herî hov yên revandin, kuştin, wêrankirin û çewsandin pêk tîne. Dewleta Tirk pereyên Îxwanan bi awayekî sîstematîk avakirina avahiyên mêrîngeriyê didomîne, navên gund, bajar, qadên giştî û cihên dîrokî yên ji aliyê bav û kalên me ve hatine avakirin, diguherîne, şêrê li girê Ên Darê yê beriya hezarê salan ve hatiye çêkirin bû şahidê hovîtî û nîjadperestiya faşîzma Turkiyê û çeteyên wê. Bi armanca tunekirina şaristanî û hebûna dîrokî ya gelê Kurd darên zeytûnan dibirin, berhemên xelkê dişewitînin, debara jiyanê talan dikin û şêniyan direvînin û dikujin.

Ji her kesî re diyar e ku êrîşa Efrînê bi bazar û komployên di navbera hêzên çalak di dosyaya Sûriyê û dagirkeriya Tirkiyê de pêk hat. Efrîn a ku cihê herî bi ewle û aram bû û gelek şênî ji gelek herêmên Sûriyê hembêz kiribû, hat wêrankirin û talankirin.

Em bi tundî siyasetên rejîma Tiriyê, siyasetên guhartinên demografîk, kiryarên wê ên zordar ji kuştin, revandin, dizî, talankirina zeviyên çandiniyê û darên bi berhem, revandina mirovan, derxistina wan ji cih û warên wan û hewildanên tirkkirina bajar, şermezar dikin.

Sekn û baweriya gelê Efrînê yê li Şehbayê nîşaneya vegera Efrînê û nûnertiya xwedîderketina li xaka xwe ya pîroz e. Em berxwedana wan ya efsaneyî ku li kampên Şehbayê dimeşînin, silav dikin.

Em ê dagirkeriya Tirkiyê ji herêmên xwe derxînin, heta ku îrade û berxwedana gelê me li ser bingehê şerê gel ê şoreşgerî  berdewame be wê serkeftin bibe para me. Li ser vî bingehî em bang li hêzên çalak di dosyaya Sûriyê de û hêzên navneteweyî dikin ku dagirkeriya Tirk bi dawî bikin û wê li ser hemû sûcên ku li Efrînê pêk tîne muhesebe bike."